Laleş Qaso axatîya Bûbilanîyan firot

Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava bajarê Nisêbînê be, li gora ku jinkok li ser tenûrên gundê Zorava dikin galegal, dibêjin xwedêgiravî axayê eşîreta Bûbilanîyan Laleş Qaso axatîya xwe firotiye Şerefxan Cizîrî.

Laleşê me ku ev çend sal in mihacir bû û nikarîbû vegere nav eşîra xwe, bi nameyek vekirî, bi mohr û îmze axatîya eşîreta Bûbilanîyan daye kekê me Şerefxan Cizîrî. Laleşê me ji Şerefxan Cizîrî xwestiye ku ew hem nûnertîya eşîra Omerya bike, hem jî a eşîra Bûbilanîyan.

Di vê derbarê de rewşenbîr, nivîskar û lotikvanên Bûbilanî rabûne ser tapana û li çoga xwe dixin. Dibêjin „Em sax û nemirî çawa Laleş Qaso bêyî xebera me, bêyî bi me bişêwire, axatî firotiye Şerefxan Cizîrî. Hem jî belaş, bêyî ku çewalek nîsk yan qatûfek tirî ji Şerefxan bistîne“ filan û fîstan.

lales serefxan Kopie

Lê zêdebûna ser kezebê ev e, Laleşê me ji hepisxane û zindanên mihacirîyê xelas bûye û kare vegere gundê xwe.  Û hetta çend carî vegeriyaye jî. Piştî vegera xwe ew li axatîya eşîra Bûbilanîyan poşman bûye yan na em nizanin. Lê ku li axatîya xwe poşman bûbe û axatîya xwe ji Şerefxan Cizîrî paşde bixwaze, wê ew û Şerefxanê me çi tofan û babelîskê bînin serê hev kes nizane. Belkî jî li ser çewalek nîsk û qatûfek tirî li hev bikin û qe nebe şerê eşîra Omerya û Bûbilanîyan dernekeve.

Axir, niha halîhazir pirsgirêk û mijara yekemîn a Nisêbînê û gundên derûdora wê ev mijar e. Hinek dibêjin Laleşê me li axatîya eşîra Bûbilanîyan poşman bûye û wê dozê li kekê me Şerefxan Cizîrî veke. Û hetta belkî ev pirsgirêk heta bi Dadgeha Mafê Mirovan jî here.

Ê de a bi xêr..

Xwedê bikim hema ji bo çewalek nîsk û qatûfek tirî şerê eşîra Omerya û Bûbilanîyan dest pê neke û herdu nivîskarên me (Laleş Qaso û Şerefxan Cizîrî) dest bi mizakereyên aştîyê bikin..

Nisêbîn

 

 

About The Author