Xwedê Teala Gotiye…

devliken-faruqLi gundekî Kurdistanê ku Xwedê ji bîr kiriye mala xwe lêbike, çend gundiyên îmana wan têr û tije û kamil, milê xwe didin hev û mizgeftekê lêdikin.
Piştî ku mizgeft diqede bêgûman meleyek divê.
Gundî dikevin mitalan û bi ser hev de diponijin.
Jîrikê gund dibêje, bi telaqên bêfitû, ji Emerê Eyşikê çêtir tune. Du car û nîvan çûye hecê. Bi erebî zane û tenê rekateke nimêja wî jî lê nare. Ji nimêjkirinê pişta wî xûl bûye nema kare li ser xwe biedile; pêşiya eniya wî bûye wek pêşiya qemyona ford hingî serê xwe di ber rêya Xwedê de li erdê dixe…
Birahîmê melekê piçekî ker e, deng baş narê. Li civatê dinêre, dibêje, “We mizgeft çêkir, lê ka mele?”
Jîrikê gund, xwe aciz dike û bi ser Birahîmê Melekê de dibe himehima wî. Dibêje, “Xalê Birahîm, ma tu radikevî yan tu xwe bi qastî dixeşimînî? Ev du saet in ku em li vir serî li xwe û li hev diteqînin ku dêqahpekî bibînin.”
Bi himehima jîrik re, Birahîmê Melekê difiskirîne û li ser dêla xwe rûdine. Dibêje, “Wele heke hûn bi ya min bikin, ji Emerê Eyşikê çêtir tune.”
Jîrik bi hêrs dibêje, “Jixwe me jî qala wî dêqahpî dikir.”

imam KopieEmerê Eyşikê di derî re dikeve hundir û dibêje, “Selamun Eleykum”
Civat ji ber meleyê xwe radibin, li ser nigan wî pêşwazî dikin. Civat xêratina wî dikin û rûdinin. Jîrik bi bişirîn dibêje, “Ez xulamê xalê xwe me. Me jî nuha qala te dikir. Bi telaq tu mêrekî mêr î û hew!”
Emerê Eyşikê dibêje, “Xêr e gidî hûn giş li hev civiyane? Çi derdê we heye?”
Jîrik dibêje, “Wele xalo, wek tu jî zanî, em misilman in û ji misilmantiya xwe hez dikin. Mizgefta me tune bû, mizgeft jî çêbû, lê mele tune. Em di nav xwe de peyivîn û me li ser te li hev kir. Heke tu bibêjî erê, ji nuha şûn de melê me tu yî…”
Emerê Eyşikê di bin simbêlan de dimizmize, dibêje, “Kuro law ez ê karibim di bin vî barî de rabim?”
Civat bi hev re dibêjin, “Bi şeref û namûs meleyên nuha meletiyê dikin, nikarin avê li tareta te kin! Tu ji bûyîna xwe de mele ye û qediya. Jixwe em giş bi şert û mercên misilmantiyê zanin. Tenê rojên iniyan ji me re weazan bide û hew! Wekî din, tu bibêjî çi em ê ji îro pê ve ji rêya te dernekevin…”
Emerê Eyşikê di ber xwe de dibêje, “Wele karekî xweş e. Ne vir de, ne wê de, li ciyê xwe rûne, rojê çar-pênc caran azan bide û roja iniyê jî çend peyv û gotinan li hev siwar bike û qediya. Jixwe ne pêwist e ji bo azana sibê rabim. Wê saetê ne kes bi xwe dihise, ne jî kes nimêja sibê dike.”
Jîrikê gund dibêje, “Xalê Emer te go çi?”
Emerê Eyşikê wek ku barekî giran hilgirtibe ser milên xwe, wek ku ketibe bin berpirsiyariyeke pîroz xwe qup dike, dibêje, “De ya bi xêr. Wele min nedikir, lê di ber rêya Xwedê û pêxember de bila xêra min be.”
Emerê Eyşikê dibe mele.
Gundî xatirê melê xwe digirin û yên mirîşka jê re dibin, yên hêkan jê re dibin, yên zika xwe didinê, yên kahr û berxan didinê…
Welhasil Mele bi gundiyan, gundî jî bi mele kêf dikin.
Mele jî her rojên xutbê, li malê haziriya xwe dike, ji pirtûk û qur’anê gotin û ayetan li ser kaxizekê dinivîse, wê kaxizê dixe bêrîka çakêtê xwe ya hundir û ji civatê re weazan dide. Dema ku ditengije jî kaxiza bêrîka xwe derdixe û li kaxizê dinêre û dipeyive…
Axir, ji rojan rojeke xutbê, melê me li malê haziriya xwe dike û ber bi mizgeftê ve xwe diavêje ser teqleyan. Tê ku mizgef heta dev tije ye. Çakêtê xwe ji xwe dike û destûrê ji civatê dixwaze ku here destmêj bigire. Dema ew derdikeve derve, Jîrikê gund bi dizî dihere kaxiza di bêrîkê de derdixe û tê li şûna xwe rûdine.
Melê me tê li pêşiya civatê ciyê qûna xwe xweş dike û dest bi vegotina weazan dike. Piştî kêliyekê ditengije, dibêje, “Xwedê Teala gotiye…” û destê xwe diavêje bêrîka xwe ku kaxizê derxe; kaxiz tune. Li civatê dinêre, dîsa dibêje, “Xwedê Teala gotiye…” û destê xwe diavêje bêrîka xwe yî din; kaxiz tune. Mirûzê wî tirş dibe, awirên wî tûj dibin, dibêje, “Xwedê Teala gotiye…”
Jîrik dibêje, “Erê Seyda, me fêm kir. Xwedê Teala çi gotiye?”
Mele li çavên Jîrik dinêre, dibêje, “Erê Xwedê Teala gotiye, her kê ev kaxiz ji bêrîka min derxist, ez di dêya wî nim!”

About The Author