Dîsa çîroka „Fîftî Fîftî“

Belê, piştî 6-7 mehên dûdirêj, dibêjin partîyên Kurdistana Soranistanê li ser avakirina hikûmetê li hev kirine û dawî li bazara berjewendîyên xwe anîne. Heke her partîyekê parîyek berjewendî nekiriba para xwe, tew belkî 4-5 salên din jî hikûmet ava nebûya. Lê ya bi xêr.

Li ser bextî zinêkar, gendel û bertîlxurên bajarê Hewlêr û Silêmanîyê be, dibêjin piştî lotik û zîtirkên germ û nerm, YNK û PDK li ser wezareta navxweyî li hev kirine û gîhane encamekê.

Lê encam jî çi encam haaaaaaa, Fîftî Fîftî!

fifti KopieYanî, wê wezareta navxweyî 2 salan ji PDK û 2 salan jî ji YNK re be.

Ê helbet wezareta navxweyî wezareta herî girîng e. Kî wê wezaretê bistîne, wê li gora dilê xwe civatê bihûne û xwe têxe her qul û kewarên dezgehên sererd û binerd. Yanî, wê hewl bide ku civakê bike wek xwe.

Axir, xuyaye kakacanên me bi êşa „Fîftî Fîftî“ ketine  ku ev êş jî ji êşa mirîşkan û ji nexweşîya gen û qijnikan jî xerabtire.

Yanî, heke YNK wezareta navxweyî 2 salan misoger nekiriba, wê di hikûmeta nû de cîh nesitenda û tew belkî hewlên avakirina hikûmeta nû beravêtî jî bikira.

Belê gelî lotikvanan, aha Kurdekanên me ev mexlûqat in.

Ê xelkê di nava 1-2 hefteyan de hikûmeta xwe ava dikin û dest bi karê xwe dikin, ê me jî berjewendîyên netewî û Kurdistanê dikin bi qurbana xirrê xwe û partîyên xwe û incex di 6-7 mehan de hikûmetê ava dikin.

Ê de ya bi xêr lo, xwedê çi kiribe betal nabe wesselam..

Dihok

About The Author