Sofîkên Îranê fîşekek berdan PDK

Belê, dibêjin sofîkên Konsolxaneya Îranê ya Silêmanîyê di malpera xwe ya fermî de daxuyanîyek di derbarê têkilîyên xwe û hikûmeta Kurdistanê de belav kiriye û daye zîtirkan. Sofîkên konsolxaneyê di daxuyanîyê de fîşekek berdane PDK û hikûmeta Kurdistanê û çend Kurd brîndar kirine.

Sofîkên konsolxaneyê di gotara xwe de çi gotibin başe?

iran KopieuGotine, “Serxwebûna Kurdistanê xewn û xeyal e (normal e, Mam Celal jî heman gotin digot). Divê Kurdên başûr doza serxwebûnê û Kurdistana mezin nekin  (ji ber av diçe bin qûna wan jî). Zimanê Kurdî zaraveyekî Farisî ye, ji peyvên Erebî, Tirkî û Farisî pêk hatiye (ev jî normal e, Tirk jî heman çîrokan dibêjin, dijmin dijmin e, ha Tirk ha Faris). Kurd li welatên Tirkîye, Iraq û Sûrîyê kêmneteweyek etnîkî ne, lê li Îranê di mala xwe ya mezin de dijîn (xwedê mala derewîn û virekan bibe mîratê heke raste, law bi îdamkirinê we Kurd nehiştin oxlim, ka mala mezin?). Heke çalakîyên Kurdan bigihên konaxa serxwebûnê, wê pêwendîyên Îranê û herêma Kurdistanê sar bibe û bibe qeşa ( ji kîrê min ve, te nego têkilî çi têkilî ne)“ filan û fîstan.

Belê canekem, sofîkên konsolxaneya Îranê li Silêmanîyê, li Kurdistanê, tilîya xwe dixe çavê Kurdan, heqaretê li wan dike, wan pîs, rezîl û piçûk dike.

Û deng ji kê derketiye?

Ji qûna min derketiye lê ji rayedarekî hikûmeta Kurdistanê derneketiye.

Bi taybet ev heqaret li PDK û Barzanîyan tên kirin. Çima? Ji ber ên ku behsa serxwebûnê û Kurdistana mezin dikin ew in. Ji ber ên ku qaşo xeta netewî diparêzin ew in. Û wekî din.

Lê ka ew mêrên go bi guhê wan sofîkên konsolxaneya Îranê bigirin û konsolxaneyê hilweşînin?

Zaxo

About The Author