Kî dibê Kurd nizanin way li min!

Ez bawer nakim di dinyayê de kesek wek Kurdan demokrat û mirovperwer hebin. Yanî ji xelkê re ha, ne ji xwe re. Ji xelkê re şêr, ji xwe re rovî ne. Ji xelkê re masîgir in, ji xwe re kûsîgir in. Ji xelkê re hêkan dikin, ji xwe re zelqan dikin. Ma ka ji vê demokratî û mirovperwerîyê mezintir lotik?

hdpAxir, wek hûn zanin li bajarê Manîsa, gundê Somayê komirxane şewitî û tê de zêdeyî 300 karkir mirin. Helbet mirin ne tiştekî xweş e, kêfa meriv lê nayê. Di encamê de ew jî insan in, kedkar û karkir in. Lê zêdebûna ser kezebê ew e ku Kurdên me ji dewleta Tirko zêdetir xwedî li vê karesatê derdikevin û ji wan re dibin bav û bra.

Hikûmeta Kasimpaşalî Receb ji ber sedema vê karesata nexweş 3 roj şîna netewî êlan kir. 3 roj. Lê HDP û BDPî yên me çend roj şîn girtin? 7 roj. HDP û BDPî yên ku ji bo qetlîama Roboskîyê 3 roj şîn negirtin, radibin ji bo brayên xwe yên Tirk (!) 7 rojan şînê digirin.

Birastî lo, gelo kîjan Tirkî, kîjan partîya Tirk ji bo Kurdan 7 roj şîn girtiye? Dev ji 7 rojan jî berdin, çend seetan şîn girtine?

Di vê derbarê de alîkarê serokê HDP xalê we Demîr Çelîk lotikek avêt û got ku ewê 7 rojan (hefteyekê) şînê ji bo karkirên Somayê bigirin.

Hefteyek!?

Hikûmeta Tirko 3 rojan şînê digire, çeqilmastên me jî 7 roj.

Wey maşelle û şabaş!

Kuro ma 7 roj ne hindik in babam? Law madem hûn brayên hev in û we her tiştê xwe xistiye bin xizmeta bratî û yekparîya dewleta Tirko, qe nebe we xêrek baş bikira û we mehek, du meh, sê meh, yan salek du salan şîn bigirta qardaşim. Ma 7 roj çine?

Erê lo, Kurd demokrat û mirovperwer in. Ewqas demokrat û mirovperwerin ku qûna me ji çewalê kayê jî firehtir bûye ellahwekîl…

About The Author