Pamela xanimê moralek mezin da civata hazir

Belê, van heyaman moralê Kurdan ne xweş e, sifir e. Ji alîyekî pirsgirêkên navbera PYD û PDK-S, ji alîyekî pirsgirêkên navbera PDK, YNK , partîyên din û derengketina avakirina hikûmeta Kurdistanê, ji alîyekî mirina 284 karkirên li komirxana Somayê, ji alîyekî Tirkîyebûnî û siyaseta HDP û PKK, ji alîyekî pevçûn û şer û qiyameta navbera jin û mêran, ji alîyekî gilî û gazindên dîk û mirîşkên Kurdistanê, ji alîyekî şerê mişk û pisîkên Kurdistanê û bi sedan sedemên din, moralê Kurdan kiriye sifir û dilê wan dixelîne.

Pamela-davidJi bo ku moralê Kurdan dîsa xweş û geş bibe, ji bo ku Kurd ji vê pêvajoya dilxelandî û psîkolojîya xerab azad bibin, xanima germik û nermik Pamela Davîd dest bi lotikan kir.

Xanima germ û nerm û sincirî Pamela Davîd, xwest ku bi wêneyên xwe hinekî moralê Kurdan bîne cîh, wan ji wê psîkolojîya çelqo belqo azad bike û wan dîsa li wan vegerîne, wan bîne ser sêhra berê.

Pamela Davîd xanim çend wêneyên xwe ji me re kirin diyarî. Herçend me got na jî, lê xanimê çog dan erdê û got: „Mêrên min ji min berdayî bin, heke hûn wêneyên min neweşînin û moralê xwendevanên xwe neynin cîh, ezê heta roja qiyametê ji we bixeyidim û xelas“ û em mecbûr kirin.

Axir, ê de li wêneyên xanima tenûrgerm Pamela Davîd binerin û moralê xwe xweş û geş bikin babam. Dilê Pamela xanimê neşkînin û wê ji xwe jî û ji me jî nexeyidînin.

Amerîka

pamela_ya.jpg_141358524

pamela-david-en-bolas

Pamela-david2

david11

 

About The Author