Demokratîk ûlûs û „Tirko ûlûsî“, wey maşelle!

Belê, birastî carna meriv difikire û ji nav hinek tiştan dernakeve. Hinek Kurdên me ji hespên Behman Gobadî jî serxweştir bûne û bê eraq bûne hêlan û leylan.

Ez bawerim di dinyayê de kesek mîna hinek Kurdên me ji dijminên xwe hez nakin û potînên wan nalêsin. Ewqas evîndarê yekparî û yekrêzîya dewletên dagîrker bûne ku ne hed heye ne hesab. Ewqas ji netewa xwe, ji serxwebûna Kurd û Kurdistanê aciz in ku dibê qey Tirk, Ereb û Eceman tif devê wan kiriye û morîkên xewê xistine guhê wan.

hatipdicle-ajtÊ de binerin bê xalê me Hatîp Dîcle çi hevpeyvîn bi rojnamevana Aljazeera Turk Hêlîn Alp rekiriye û çawa dixwaze Kurdan bike beşek ji netewa Tirk.

Xalê we Hatîp Dîcle di hevpeyvîna xwe de helbet hinek lotikên germik û nermik jî avêtine. Lê lotikek ewqas dûrî aqilan û li dij netewa Kurd avêtieye ku zarok jî karin pê bikenin.

Xalê we Dîcle, ji bo ku Kurdan ji Kurdayetîyê dûr bixe, ji bo ku Kurd behsa Kurdistanek serbixwe nekin û ji bo ku qaşo xwe li ber dilê Tirkên hvo şîrîn bike, nimûneyek ji Îsyanyayê anîye û di tasa zêrîn de pêşkêşî Tirk û Kurdên xwelîliser kiriye.

Hatîp efendî dibêje: „Binerin, di makzagona Îspanyayê de „netewa Îspanî neteweyek e ku ji xelk û çandên cuda pêk tê û ev netewa demokratîk nayê parçekirin“ nivîsandiye. Li ser vê bingehê  divê Tirk, Kurd û hêmenên din yên Anadolûyê „Netewa Tirkîyê“ pêk bînin û ev lotik di makzagona nû de cîh bistîne. Divê em li ser vê bingehê çareserîyê biaxivin“ filan û fîstan.

Fîsuphanallah û laîlahe îlallah!

Law ma pêkanîna „Netewa Tirkîyê“ bi serê te û Kurdan ketiye babam?

Çima tu „Netewa Kurdistanê û dewleta Kurdistanê“ naparêzî û xwedî lê dernakevî, lê tu yekparîya dewleta Tirk û Netewa Tirkîyê diparêzî?

Ê de tu jî di wê qulika hepsê de be kekê mino, madem tu ewqasî ji Tirko û dewleta Tirko hez dikî, di hepisxana Tirko de ling bavêje ser ling, li kêfa xwe binere û xewn û xeyalên „Netewa Tirkîyê“ bibîne cîgerim.

Ê de qewet be ji te re…

Enqere

http://www.aljazeera.com.tr/al-jazeera-ozel/erdogan-cozum-istiyor-ancak-projesi-yok

About The Author