Merheba qanûn!

Belê, van heyaman medya PKK bi çar gavan û wek hespê rewan êrîşî Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike. Piştî kolana xendekan, îcar jî êrîşa li ser dezgehên PKK yên li başûr serê Kurdan çelqo belqo kir û mejîyê wan kir şorbe.

Li gor medya PKK dibêje û dibilîne, pêşmergeyên PDK êrîş birine ser dezgehên PKK yên li Zaxo, Dihok û Hewlêrê û tir ji wan berdane. Xwedêgiravî pêşmergeyên PDK êrîşî ser baregehên PÇDK, KNK, Ajansa Dîcle, Rêxistina Jinên Star, Navenda Ciwanên Welatparêz (gelo ciwanên ne welatparêz kî ne?), Rojnameya Roja Welat û filan û bêvan kirine. Li gor çapemenîya PKK dibêje, pêşmergeyên PDK bi mîrkut û balyozan rabûne van dezgehan û baregehên wan bi ser serê wan de herifandine. Û ji ber vê jî, alîgirên PKK rabûne ser tapana û ha ha êrîşî PDK û Barzanîyan dikin.

eli ewniHalla hallaaaaaa û naûz û bîllah!

Êêêêêêê, dibêjin dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye heval. Gava hûn li rojava alîgirên PDK digirin, wan dikujin, wan nefî dikin û nahêlin siyasetê bikin, bi we xweş e, hûn dengê xwe nakin. Lê ku avê da bin dûvê we, îcar hûnê bikin hawar û gazî û êrîşî PDK bikin ne wilo.

Axir, mesela me li ser lotikên PKK û PDK bû.

Di vê derbarê de  Endamê Serokatîya PDK xalê me Elî Ewnî, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TV bû û çend lotik avêtin. Elî Ewnî bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: „Bi dîn û îman, tu sazîyek fermî yên PKK û PÇDK li Hewlêr, Dihok û Zaxo tinene.  Îdîayên ku tên kirin tenê qesta wan ev e ku PDK di bin tohmetan de bihêlin û astengîyan li pêşîya PDK derêxin. PKK van lotikên bêbingeh davêje da ku PDK nikaribe mafên Kurdan biparêze“ filan û bêvan.

Xalê me Elî Ewnî bi dewamî got: „Ew sazîyên ku tên behskirin sazîyên wehmî û derqanûnî ne (yanî qaçax in), lewma hêzên ewlehî yên Herêma Kurdistanê li gor erka xwe li pey diçin û çi pêwîst be dikin. Ev lotik ji alîyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatiye kirin, ne ku ji alîyê PDK ve. PDK ne dûr û ne jî nêzîk ji vê lotikê agahdar nîne” filan û xeftan.

Lê lotika herî xweş a ku xalê me Elî Ewnî avêt û got ev e: „Em ji PYD, PÇDK û PKK dixwazin ku hurmeta qanûnên Herêma Kurdistanê bigirin û ewlehîya Kurdistanê têk nedin“ filan û wekî din.

Aha xalê me Ewnî Elî di vir de xira kir ha, ev nebû kaka.

Kuro xwedêhişto, xwedê jê razîyo, PKK ne we nas dike û ne jî PDK û hikûmeta we. Tew Barzanîyan hîç nas nake û hesabê wan û pîvazekê jî nake.  Hebûna Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê ji bo PKK xeta sor e. Serxwebûna Kurdistanê ji bo PKK tê wateya parçekirina Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn, tê wateya parçekirina Tirkîye, Îran, Sûrî û Iraqê. Û bi sedan tiştên din.

Û tew bi ser halan de hûn behsa referandûmê û serxwebûna Kurdistanê jî dikin xalo can, ma naskirina qanûnan di vir de ma xalê Ewnî?

Tu behsa kîjan qanûnan ji PKK re dikî?

Ma PKK ji qanûnên xwe pê ve qanûnên kesekî din nas dike hey te serê min xwaro!

PKK tenê yek qanûnê nas dike, ew jî ev e:

Qanûna PKK!

Çiye ev qanûn?

Yê ji min e hevalê min e, yê ne ji min e xirrê min e!

 

 

About The Author