Hêdî bajo kek Karwan!

Sekreterê sendîka rojnamevanên Kurdistanê ya şaxê Silêmaniyê kakacan Karwan Enwer lotikek avêt, piştgirî da dezgehên PKK û bi mîrkutan rabû ser serê PDK û Barzanîyan. Çima ku endamên ewlehîya hikûmeta Kurdistanê avêtine ser dezgehên PKK û ew dane ber şûr û xenceran, Karwanê me li xwe zor anîye.

Karwan Enwer, di hevpeyvînek xwe de nerazîbûna xwe anîye zimên, biserdegirtina ser  buroyên DIHA, Roja Welat, KNKê û PÇDKê şermezar kiriye û gotiye ku „Başûrê Kurdistanê ne male ti kesîye“ filan û fîstan.

kerwan enwerEnwerê me dîsa gotiye: „ Dema gelek kanalên Tirkî û Erebî bi serbestî dikarin li Başûrê Kurdistanê weşanê bikin, astengderxistina li hemberî çapemenîya Kurdî tiştek ne aqilane ye. Bi temamî nêzîkatîyek siyasîye. Başûrê Kurdistanê welatê hemû Kurdan tê diyar kirin. Başûrê Kurdistanê ne malê ti kesî ye. Li Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava asteng derxistin, şermek e. Ti rewatîya wê nîne“ filan û dîsa fîstan.

Enwerê me dîsa gotiye: „Canekem, em behsa Kurdistanek serbixwe dikin. Kurdistana serbixwe bi xendek kolanê û bi derxistina astengîyan ji rojnamevanan re nayê avakirin.Li Kurdistanê girtina avahîya partîyekê yan jî sazîyek çepmenîyê şermek e . Ez şermezar dikim“ filan û xeftan.

Ê başe kakacan, Enwer efendî, gava PKK û PYD rojnamevanên Kurd li rojava digirin û wan dersînor dikin, gava siyasetmedarên Kurd digirin, êşkence dikin û dersînor dikin, çima hûn dengê xwe dernaxin baba? Raste, kanalên Tirkî û Erebî bi serbestî weşanên xwe dikin, lê ew bi fermî û destûrî dikin. Lê yên ku tu behsa wan dikî? Destûr ji kê wergirtine ku bi serbestî weşanên xwe bikin? Ma çapemenîya ku fermî û destûrî be, destûr ji hikûmeta Kurdistanê wergirtibe, tên astengkirin?

Axir, kak Karwan Enwer xwe enirandiye û aciz bûye.

Ê başe canekem, madem PDK û Barzanî nebaş dikin û dezgehên PKK digirin, hûn li Silêmanîyê cîh bidin wan wey, ma kesî destê we negirtiye. Ji xwe ji we re destûr mestûr ne pêwist e, hema kî dijminatîya PDK û Barzanî bikin hûn hembêza xwe ji wan re vedikin. Ha fermî û ha qaçax, ferq nake. Madem Kurdistan malê her kesî ye, bila ew „her kes“ jî rêzê ji qanûnên Kurdistanê re bigirin canekem.

Haaaa, kî dibê Kurdistan ne malê ti kesî ye? Kî van vir û derewan dike? Ez bi serê Mam Celal kim, Kurdistan malê her Kurdekî ye. Lê ne ew Kurdên ku Kurdistanê difroşin û Kurdan bi dewletên dagîrker ve pîne dikin. Ma Kurdistan bêxwedî ye heyatim, wey!

Halla hallaaaaaaa!

Silêmanî

About The Author