Gelo wê serokên me jî rojekê bibin çopçî?

Belê, kevneserokwezîr û baronê medya Îtalî Sîlvîo Berlûsconî niha di qulika hepsê de ye. Ji ber bertîlxwarin û gendelîyê lotikek xwar û niha di girtîxanê de ling avêtiye ser ling.

Rayedarên dadwerî û yên girtîxanê ji bo ku Berlûsconî biaqil bibe û di girtîxanê de tiral û betal nemîne, melkesek xistin destê wî û ew kirin çopçî. Yanî ew kirin zibilker. Li gor tê gotin, bajarê Romayê bi xêra Berlûsconî ji çop û zibilê xelas dibe û pakij dibe, dibe wek pîvazterkê.

berlusconi Kopie

Erê dinyayê…

Wextekî Berlûsconî serokwezîr bû, patron û baronê medya Îtalî bû, her roj bi keçik û qîzên 18-19 salî re lotik davêjin û şûr simbêlê wî nedibirrî.

Lê îro melkes di destan de û kolanan pakij dike.

Wey weleeedddddd xalê Berlûsconî wey weled!

Ê de aqûbet li serok, rêvebir û siyasetymedarên Kurdan be rebbî!

Gellek ji serok, rêvebir û siyasetmedarên me qûş li Kurdan qetandin. Ji bo berjewendîyên xwe û partîyên xwe malik li Kurdan û doza Kurdan birin mîratê.

Gelo wê rojekê ew jî bên darizandin û wek Berlûsconî bibin çopçî?

Ê de kaaaaa, xwezî bi wê rojê û hew…

Mîlano

About The Author