Wê çi siyasetmedar jê derkeve wey bavoooooo!

Belê, stêrka Hollywoodê, bedewa seksî û lêvnepoxî Angelîna Jolîe, nêta dilê xwe eşkere kir û berê xwe da siyasetê.

Angelîna me ji çapemenîyê re ne got erê û ne got na. Lê got ku „heke siyaset ji min bê û ez û siyaset ji hev hez bikin, çima na“ û daxuyand ku di pêşerojê de belkî xwe di hembêza siyasetê de bibîne.

jolie

Lê xwedê heye, erê vê heyamê Angelîna me hinekî jar bûye û bûye çerm û hestî jî, lê jinek di ser xwe re ye û tê xwarin. Ji xwe go çend kîlo goştê din bê ser û bibe wek dermala malê, êdî qisûr tê de namîne.

Belê, siyaset û siyasetmedar li benda Angelîna Jolîe ne. Dibêjin „heta Angelîna dest bi lotikên siyasetê neke, emê nikaribin pirsgirêkên li cîhanê çareser bikin“ filan û fîstan.

Ê de ya bi xêr heyran..

Ma Angelînka me kêmî Angela Merkel, Madeleine Albright û xaltîka me Aysel Tûglûk e babam?

Ma wê çi siyasetmedar ji Angelînka me derkeve hayhoooooooo, bi namûs wê tirrê ji siyasetê berde lo…

Amerîka

AngelinaJolie

Angelina Jolie

About The Author