Îskender efendî berê xwe da axretê

Wek hûn zanin, rejîma Sûrîyê bi alîkarî û desteka Îran û Rûsyayê li ser lingan maye. Bi taybet heke ne ji sofîk û melayên Îrane be, wê Beşarko nikaribe zêde li ser hikim bimîne. Lê sofîk û melayên Îranê hem maddî, hem leşkerî û hem jî manewî destekek mezin didin qirikdirêjo.

ebdellaHeta niha sofîk û melayên Îranê înkar dikirin û digotin „pasdarên me li Sûrîyê tunene û şerê oposizyonê nakin“ filan û fîstan. Her çiqasî kesekî ji derewên wan bawer nedikir jî, lê dibêjin „heçê biçe masîyan wê qûna wî şil bibe“.

Şervanên opozîsyona Sûrîyê fermandarekî hêzên pasdarên Îranê ku li Sûrîyê şer dikir girtin û nîhan qûna wî, ew serjêkirin.

Ebdella Îskenderî efendî li başûrê Îranê yek ji fermandarên hêza bejayî yên pasdarên Îranê bû û serokê berê yê dezgeha Şehîd bû.

Werhasil, li gor tê gotin, niha Ebdella Îskenderî li ser pira siratê maye asê. Ne zebanîyên cehnemê wî qebûl dikin û ne jî yên bihuştê. Ji ber ku Ebdella Îskenderî li dinyayê serê gellek kesên bêguneh jêkiriye, cîhê wî di cehnemê de jî nemaye û di bihuştê de jî.

Bi kurt û Kurmancî; Ebdella Îskenderî ji dêrê jî bû û ji mizgeftê jî. Ne li cehnemê bi jinik û jinkokên xweşik şa bû û ne jî bi horîyên bihuştê şa bû.

Yanî, Ebdella efendî bi xirrê min girt û hûn sax…

Mahabad

About The Author