Serxwebûna Kurdistan

resit-batte-newroz Xeyala piraniya kurdên welatparêz wê bi serxwebûna Kurdistanê were bicîkirin. Lê, gelo ev serxwebûn wê bi çi awayî bicî bibe? Deme mirov awirekê li dîroka Kurdistanê bide, wê daxwaza bi sedên salan di nava rûpelên dîrokê de were xuya kirin.

Heger em ji dema împaratoriya Selaheddinê Eyyûbî(kurd) destpêbikin wê gelek fersendên serxwebûnê ku ji dest çûyî werin ber çavên me.

Ya yekem ku di wê dema Selaheddin de bi rêberiya wî û bi çalakiya leşkerên kurd li hemberî hêrîşên xaçperestên Ewropî, bi berxwedanên dîrokî hatibu peyde kirin. Ji Îranê heta bi Misrê, bakurê Efrîka û seranserê Erebîstanê ketibu bin hikmê Selaheddin û kurdên wî.

Selaheddin ji Ewropiyan re gotibu ” hun êdî nema vedgerin vê herêmê”, lê Ewrôpî di sala 1918 de hatin Rohilata navîn û dema ketin Şamê çûn ser gorna wî û jêre gotin ” te digo hun nema karin werin vê herêmê”, vaye em hatin. Serleşkerê ferensî lingê xwe yê di potîna leşkerî de danî ser gorna Selaheddin.

Armanca Selaheddin ne tenê şikandina xaçperestan bu, wî dixwest emparatoriyekê damezrênê û kurdan bike hakimê rohilata navîn û welatên misilmanan. Lê piştî mirina wî yên li wan cihan hatin bicîkirin asîmîle bun û li hakîmiyeta xwe xwedî derneketin, ew fersend ji dest berdan. Ji dêla ku Kurdistanek serbixwe ava bikin xwe bi misilmanên sunne ve mijul kirin, bingeha dewletên erebî danin, gorna Kurdistanê kolan.

Ev xurtiya kurdan ya ku Selaheddin bi navê Îslamê damezrand; faris, ereb û Ewrûpiyên xaçperest gelekî aciz kiribu û dijminayiya wan li hemberî Kurdistanê hat domandin û heta îrojî didome.

Ya duyem jî dema tirkên osmanî hatin Anatolia û dewleta romê ji herêmê kirin der, tirk û îranî li ser hikim ketin pêsîra hev. Osmaniyan bi alîkariya kurdan li Çaldiranê faris şikandin, sînorek di navbera Dewleta Osmanî û farisan de hat danîn, Kurdistan kirin du perçe û berê xwe dane erebîstanê, ew herêm jî tev kirin binê împaratoriya xwe . Kurd û Kurdistan ketin bin lingên wan zordestan.

Kurdan vê carê jî fersenda dewleteke serbixwe winda kir û ketin binê hikmê osmaniyan. Mîrên kurdan lihev nekirin û qîma xwe bi hinek desthilatdariyên ku osmaniyan dabun wan anîn û li ser dewleta xwe û yekîtiya xwe nefikirîn.
Ev dema bindestiyê ya di binê hikmê osmaniyan de jî bi serîhildanan derbas bu, heta ku Ewropî di sala 1918 de hatin dewleta osmanî hilweşandin domkir.

Ya sêyem jî ew bu ku dema Ewropî vegeriyan rohilata navîn û dewleta osmanî ji desthilatdariyê daxistin, dewleta osmanî kirin gelek perçeyên(dewletên) biçûk, lê nikarîbûn/nexwestin dewletekê ji kurdan re ava bikin. Ji bo ku kurd wek hercar ne yekbun, Ewropiyan ji Kurdistanê sê perçeyên din jî çêkirin, Perçeyê mezin dan tirkan û yên din jî kirin nava du dewletên ereb.

Xelata ku Îslamê, Ewropiyan û farisan jibo çalakiyên Selaheddin daye Kurdistanê, perçekirina Kurdistanê ye.

Bindestiya kurdan heta îro jî di nava lingên van zordestan de didome, perçeyên Kurdistanê robiro biçûktir dibin û tu serxwebun jî xuya nakê.

Ya îro jî ew e ku rewşa îro ya ku paşî têkbirina hikmê diktetoriya saddam, ya ku niha li başûrê Kurdistanê ye.

Findek roniyê di Başûr de ronî dide lê ka gelo wê çiqasî pêketî bimîne û roniyê bide Kurdistana mezin.

Ev fersend jî girêdayî bi danîna hinek hîmên siyasî yên ku kurdên başûr karin deynin, bi vê avayiyê rê liber serxwebûna di xeyala kurdan de heyî vekin û xwe bighînin Serxwebûnê.

Yek: Divê hikumeteke netewî li Başûrê Kurdistanê bi baweriya kurdên herêmê, bi piştgiriya dewletên yekgirtî yên Emrîkî û dewletên yekgirtiyên Ewropî were ava kirin(Niha ev xebat birêve diçe û ihtîmala ku biserkeve heye).

Du: Yekkirina hêzên pêşmerge were ava kirin. Ev bi tenê di destê kurdên Başûr de ye û heger pêk neyê wê bibe tawanbariyeke dîrokî.
Sê: Herêmên kurdî yên di nava dewleta Îraqê de mayî, werin ser perçeyê Kurdistana federe.

Çar: Peymanek di navbera Kurdistana Başûr û dewletên cîranên Kurdistana Başûr de were peydekirin jibo bi kêmayî dest ji desttêwerdanên xwe yên liser nava kurdan rawestinin. Ev peyman divê li ser destê dewletên mezin û di UN de bibe biryar .

Pênc: Dostaniyek heşkere di rohilata navîn de bi taybetî bi dewleta Îsraêl re were danîn. Hikumeta Kurdistana Başûr bi xwe karê vê bike.

Şeş: Têkiliyên bi dewleta tirkan re ku bi hevkariya frotina petrol û xaza xwezayî jî jibo gihîştina Ewropa û Emrîka gelekî pêwîste. Divê birêve here.

Heft: Têkiliyên bi perçeyên din yên Kurdistanê re û diaspora kurd li derveyê welêt re jî dive neyên jibîr kirin. Ew jî baş nameşe, lê bi baweriya min divê hê bêtir were xurtkirin.

Fersendên derbasbuyî êdî derbas bûne, lê yên divê werin kirin jî di rojevê de ne û divê kurd vê prosesê birêve bibin , xwe bighînin “dewleteke serbixwe”, heger ev proses wan negihîne Kurdistaneke mezin jî dive dîse birêve here.
Fersendên wisa herroj bidest nakevin, heta carake din êdî wê dereng be…

Bi hêviya ku em jî bighin bibînin, xeyalên me bibin rastî, hêvîdarim ku wê tevayiya kurdan bibin alîkarê hev jibo vê armancê.


Rizgarî

About The Author