“Siyaseta Kurdan li Enqerê û bi destê Tirkan tê dîzaynkirin”

Kordînatorê Însyatîfa Azadî  Adem Geverî, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê da.

Ê de ka bixwînin bê kekê me Adem Geverî çi lotik avêtine.

adem geveri

Rudaw: Hûn weke aliyekî îslamî xwe bi nav dikin lê hûn beşdarî konferansa îslamî ya li Amedê nebûn. Sedemên beşdarnebûna we çi bûn û ji vê konferansê hûn çi hêvî dikin?

Adem Geverî: Bi navê xwedayê rehman û rehîm. Me berê jî gotibû, di serî de me eşkere kiribû ku em weke hereketa Azadî nikarin di vê konferansê de beşdar bin. Sedema me jî ew bû ku navê wê ji bo me pirsgirek e. Navê konferansê Konferansa Îslama Demokratîk e, ji ber wê me ev navkirin bi pirsgirek dît. Ev pirsgirek jî nahate çareserkirin. Her çiqas me hewl da ku em li ser vê meseleyê hereketa Kurdan, yan jî kesên ku konferansê pêktînin, qanih bikin ku navê konferansê bê guhertin, da ku em û hemû cemaetên îslamî bi navê Tûzel di vê konferansê de cih bigrin, ku em bikarin alîkariya vê konferansê bikin, lê mixabin ji ber ku nav nehate guhertin, me nekarî weke hereketa Însyatîfa Azadî di konferansê de cihê xwe bigirin. Her çend me weke Azadî di vê konferansê de cih negirt jî, lê kes û karên li Kurdistanê ku em bêjin wek rewşenbîr, weke entelektûl, weke alim, em dixwazin ku hereketa kurd îstîfade jê bike; ji bo wê jî çiqas ji destê me were emê bibin alîkar. Ji ber ku em vê konferansê baş dibînin. Ji bo ku li Kurdistanê hêza Îslamê, hêza Misilmanan bê dîtin. Ji bo ku hereketên Kurdan ji xeletî û şaşiyên xwe haydar bin û dev ji van xeletiyan berdin, di heman demê de bikarin sûdê ji hêza Misilmanan wergirin, em konferans û kar û xebatên wisa gellekî baş dibînin. Ez bawer dikim ku her çiqas beşdarvan kêm bin û aliyên siyasî hemû beşdar nebûbin jî, dîsa jî wê li Kurdistanê tesîreke baş çêke û ev tesîr jî wê bibe wesîle ku hereketa kurdî pêşerojê de siyaseta xwe biguhere. Hêviya min ya mezin ew e ku xeletî û şaşiyên ku heta niha li ser îdeolojiyê ligel Misilmanan hatine kirin, xeletî û şaşiyên li hember dînê Îslamê hatine kirin, di vê noqteyê de hereketa Kurdan xwe biguhere, bikare li gorî van konferansan, li gorî van netîceyên konferansê derketine xwe biguherîne.

Demekê di çapemeniyê de gellek nûçe û şirove li ser Însyatîfa Azadî belav dibûn. Dihate gotin ku hûn hêza Kurdan perçe dikin. Bi rastî jî hûn xwe weke alternatîf dîbinin? Rexneyên ku ji bo we hatine kirin heta çi rêjeyê rast in?

Demekê gellek îtham ji Însyatîfa Azadî hatin kirin. Digotin Azadî hereketa Kurdan perçe dike, lê di nava du salan de me bi gellek hewlên xwe da zanîn û hate dîtin ku derdê me parçekirina hereketa Kurdan û bêhêzkirina hereketa Kurdan nîne. Derdê me çêkirina tifaqê bû. Ne yekîtî , tifaq. Ji ber ku yekîtî her kes li gorî xwe şirove û tarîf dike û dixwaze hemû aliyan di nav xwe de bihewîne. Em li dijî vê ne. Em dixwazin li Kurdistanê cepheyek çêbibe û di vê cepheyê de hemû reng û deng di nava tifaqekê de hereket bikin. Nekevin bin bandora hev de. Ez dikarim bêjim me li gorî hewl û xebatên xwe yên du salan, heta rêjeyekê me serkeftin jî bi dest xist. Lewra di kongereya netewî ya li Başûr xebat li ser tên kirin em jî tê de aktîf beşdar bin. Me gellek hewl dan ku em hinek aliyên din jî beşdar bikin. Ya din jî, dîsa konferansa Kurdistanê li Bakur çêbû, em çalak tê de beşdar bûn û me cihê xwe girt. Em dikarîn bi layan û aliyên siyasî yên Kurdan re vê konferansê pêk bînin. Herwisa dîsa me çend bîranîn û şadî û şahî  bi hev re çêkirin. Ev jî tê wateya wê yekê ku em dikarin di nav Kurdan de li ser esasê milî tifaqekê çekin, weke aliyên mihafezakar û dîndar. Lê mixabin tevî wan hemû hewlan jî, hereketa kurdî bi biryara serok Ocalan biryarek hilgirt ku ev biryar li gorî me xetereyeke mezin dide pêşeroja Kurdan. Her çend em hêvî bikin ku hewildanên nû yên di bin banê HDPê de tên kirin ji bo Kurdan bibe qezenc jî, lê mixabin çi hêviya me tine. Lewra heta niha tifaqên bi aliyên din re dihatin kirin em dikarin bêjin li ser hesasiyetên netewî û mîlî dihatin kirin û bi destê Kurdan dihatin dizaynkirin. Lê niha şûnde em dibînin projeyên weke HDPê, ku li Enqerê tên dîzaynkirin, bi destê Tirkan dibe û mixabin ev bi îstişareyan nehate kirin. ji ber wê ji bijî BDPê hemû aliyên Kurdan ji vê projeyê ne rihet in. Ez dibêjin di nav BDPê de jî yên ku qanih bûne ji sedî dehê derbas nabin. Ji ber wê jî ev ne taktîk e, stratejiyeke nû ye. Mixabin ev stratejî wê hêza Kurdan perçe bike û lawaztir bike. Em hêvî dikin ku hereketa kurd biryara xwe bi şiklekî din dîzayn bike û xwe ji vê xeletî û şaşiyê rizgar bike.

Însyatîfa Azadî dibe ku di pêşerojê de xwe êdî weke partiyeke siyasî bi rêkxistin bike?

Yanî em weke aliyekî Îslamî, heta niha mixabin me wek aliyê siyasî me cih negirt û mesûliyeta xwe neanîn cih. Her çend me weke şexs me bi dehan kesan jî mesûliyeta xwe anîbe cih jî, weke rêxistinekê mixabin heta niha me mesûliyeta xwe neanîbû cih. Ji ber wê jî di serî de divê em bêjin ku em jî dixwazin di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de mesûliyata xwe bînin cih. Ji bo vê jî me rêyek daye pêşiya xwe. Ev rê jî rêyek şefaf, legal, sivîl û demokratîk e. Em bêjin li ser rêbazên siyaseta medenî ye. Ji bo wê jî eger ihtîyaç hebe di pêşerojê de, em dixwazin ku weke pergal, weke sîstemekê em bêjin weke alaveke medenî rêya siyasetê bikarbînin. Lê beriya wê divê em hîn meselayan safî bikin. Ew jî çi ne? Li Kurdistanê mixabin siyaseteke sekûler tê avakirin. Ew siyaset jî bi destê rêxistinekê tê avakirin. Eger ku ew rêxistin, yanî ku em bêjin siyaseta kurd bikare xwe nû bike, ku bikare hemû aliyên netewî, milî û olî bikare di nava xwe de bihewîne, eger rêyeke demokratîk, şefaf û pirralî bide pêşiye xwe, bê wesayet ku siyaseta xwe dîzayn bike, ez bawer im pêwîst nake ku partiyên din çêbibin. Wek Azadî em jî naxwazin ku bibin partî. Di vê noqteyê de helbet em dixwazin di tifaqê de cih bigrin. Lewra ji bo Kurdan, ji bo pêşeroja Kurdan rêya herî baş ew e ku em bikarin li ser tifaqê blokan ava bikin. Lê eger me çi rê û derfet nedît, em mecbûr in ku mesûliyeta xwe ya li hember gelê xwe bînin cih. Ji bo vê jî partîbûn helbet rêyeke meşrû ye û îhtiyac e.

Pêwendî û têkiliyên we bi rêxistin û komeleyên îslamî yên li Başûrê Kurdistanê hene?

Têkiliyên me weke Însyatîfa Azadî bi her aliyên Kurdan û hemû aliyên îslamî re hene. ji ber ku em hereketeke milî û netewî ne. Me li ser esasê wekheviyê dest bi xebatên xwe kiriye. Ji ber wê jî îlana bernameya me li hember dewleta Tirk e. Ji bo ku em mafê xwe ji wan bistînin. Derdê me, mixalifiya me, yan jî dijminahiya me ligel aliyekî Kurdan tine. Bîr û baweriya me û fikra me jixwe eşkere ye. Me di bernameya xwe de eşkere kiriye û em armanca xwe di kar û xebatên xwe de didin xuyakirin. Heta niha jî bi çi aliyekî, yan jî partiyeke Kurdan re çi minaqeşeyên me li ser îdeolojî û kar û xebatên rojane çênebûne. Ji ber wê jî bi hemû aliyan re têkiliyên me hene. Lewra hûn jî dizanin ku em endamên komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ne. Di heman demê de di hemû kar û xebatan de em mesûliyeta xwe tînin cih. Têkiliyên me yên dîplomatîk jixwe bi her aliyekî Kurdan re heye. Taybetî jî bi hêzên Başûr re; çi hikûmet be, çi serokatiya Herêma Kurdistanê  be, çi partiyên îslamî û partiyên din yên sekûler bin, bi her kesî re danûstandin û têkiliyên me yên dîplomatîk hene. Di heman demê de ji bo Rojava û Rojhilat û Bakur jî wisa ye. Heta ku em bejin li gorî rê û rêbaza me daye pêşiya xwe em hereketeke mîlî ne û rê û rêbaza klasîk em dimeşînin. Ew jî rê û rêbaza Şêx Seîd û Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, ku îro jî gellek partî û aliyên siyasî yên Kurdan jî siyaseta xwe li ser vê rêyê ava dikin. Em jî li ser wê rê û şopê siyaseta xwe ava dikin. Nirxên mîlî û netewî yên ku hemû Kurdan qebûl kirine, em jî wan hemûyan bêyî şert û merc qebûl dikin. Ji ber wê jî Kurdistan heqîqet e, her çar perçeyên Kurdistanê yek in. Miletê Kurd yêk e. Rêûrismên Kurdan, alaya Kurdan, sirûda Kurdan, ya ji aliyê hemû Kurdan ve hatiye qebûl kirin, em jî wê qebûl dikin. Em dixwazin li ser van bingehan pêşeroja gelê Kurdistanê tayîn bikin.

Şewket Herkî (Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê)

Rûdaw

About The Author