Nikarin bi kerê, dibezin kurtên

Belê, hinek Kurdên me dikin qarewar û dibêjin „Me rojava azad kiriye, me kanton û karton çêkirine, bela PDK û Barzanî destê xwe nexin nav kar û barên me, YPG besî xwe ye“ û didin lotikan. Lê gava cîh li wan teng dibe jî, îcar alîkarîyê ji Barzanî û partîyên Kurdistanî dixwazin.

Axir, mesela me li ser azadkirina Rojavayê Kurdistanê bû.

fehidAha ji we re belgeya  azadbûna rojava.

Wezîrê Berevanîya Sûriyê Fehid Casim El-Firêc  (29.05.2014) bi rêya balafirgehê hat bajarê Qamişlo. Qamişlo ku wek paytextê Rojavayê Kurdistanê ye, hîna jî di bin potînên rejîma Sûrîyê de ye û PYD heta niha jê re negotiye „vit“.

Wezîrê Berevanîya Sûriyê Fehid Casim El-Firêc, ji bajarê Qamişloyê peyamek ji PYD û YPD re şand û got: “ “Xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtîya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan planan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de fitnê derxînin holê. Parêzgeha Heseke Erebî ye û em dest ji bostek axa wê bernadin“ û lotikek li PYD û Kantona Cizîrê xist.

Yaaaaaaaa, ê de dengê xwe derxin ha hevalno!

Ma hema hûn gurê PDK û Barzanî ne?

Yan lotikên rejîma Sûrîyê ji lotikên PDK û Barzanî xweştir û şîrîntir in?

Belê belê…

Rojavayê Kurdistanê azad bûye û bûye bihuşta rengîn.

Û di vê devera azadkirî de çeteyên wek ÎŞÎD û DAÎŞê tên qetlîaman dikin, destên xwe dihejînin û di devê 101 bavê Kurdan de dirîn.

Ev çawa azadî ye ku ÎŞÎD, DAÎŞ û KERMÊŞ tên li rojavayê Kurdistanê Kurdan dikujin û Kurdan direvînin exûyî?

Efrîn

 

 

About The Author