RÛDAW bû berdevkê KNK, wey li ser xêrê be rebbî!

Belê, Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK ku piranîya kesên tê de PKK î û alîgirên wê ne) li Brukselê komcivîna xwe ya salane li dar xist. 184 delege û mêvan beşdarî civînê bûn û dê weledê xwe avêt. Wey komcivîna KNK li ser xêrê be û xwedê bikim endamên KNK li bihuşta rengîn bibin xwedîyê 70 horî û nûrîyan.

Axir, mesela me li ser lotikên kanala televizyona RÛDAW ê bû.

rudaw KopieWek hûn zanin, PYD û YPG li Rovavayê Kurdistanê çendîn caran rojnamevanên RÛDAW ê girtin û ew dan ber lotik û zîtirkan. Rojnamevanî li wan herimandin û ew dersînor kirin, berê wan dan başûrê Kurdistanê. PKK û PYD çendîn caran RÛDAW wek dijminê PYD û PKK nîşan da, di çapemenîya xwe de êrîşî wê kir û tir jê berda. Lê xuyaye her ku PYD û PKK êrîşî RÛDAW dikin û wê di refê dijmin de dibînin, li xweşîya RÛDAW ê tê û RÛDAW zêdetir pesnê PKK û PYD dide, zêdetir propaganda wan dike. Ecêb e!

Ji seeta pêkanîna komcivîna KNK û heta vê kêlîkê, RÛDAW di xeber û nûçeyên xwe de ewqasî propaganda KNK kir ku nayê gotin. Tu dibê qey yên ku tir ji rojnamevanên wan berdidan û ew di refê dijmin de didîtin ne PKK û PYD bûn. Yanî, RÛDAW ji berdevkên KNK zêdetir berdevkîya KNK kir û ket bin xizmeta PKK û PYD û pêve girêdayî dost û destebrakên PKK.

Wey aferîn lo!

PKK û PYD digotin „RÛDAW“ berdevkîya PDK û Barzanî dike“ filan û fîstan.

Na bi sê telaqên jinberdanê, bi qasî ku RÛDAW di xeber û nûçeyên xwe de berdevkî û propaganda PKK û PYD dike, kesek nake.

Na na, xuyaye siyaset bê lotik nabe.

Heta meriv lotikan li RÛDAW yan PDK û Barzanîyan nede, qîmetê meriv nizanin û nabin dostê meriv.

Ê de li ser xêrê be qurban!

Berdevkî, dostanî û zewaca we pîroz û bimbarek be canekem..

Bruksel

 

 

About The Author