Tê derxin û kîlok fasûlî qezenc bikin

Lawkê xweşik û çavşîn Ronî efendî destê xwe yê çepê hildaye û dixwaze tiştekî bêje.

roni

Gelo li gor we Ronî dixwaze çi bêje?

1- Ji siyaseta PKK û PDK aciz bûye û dixwaze bêje  „Ez di siyaseta we de bimîzim. Êdî bes dijminatîya hev bikin oxlim“.

2- Ji bavê xwe aciz bûye û dixwaze bêje „Bes li dêya min bide, welle û bille ku ez mezin bûm ezê heyfa dêya xwe ji te hilînim ha“.

3- Zikê wî birçî bûye û dixwaze ji dêya xwe re bêje „Ma ew xwarin bû çi gidîîîîî, keçê te ez ji birçîna kujtin kezîkurê“.

4- Dixwaze têkeve nav refê PYD û şerê DAÎŞ, ÎŞÎD û El NÛSRA bike, dixwaze ji bavê xwe re bêje „Ka wê keleşkofa min bîne vir, êdî bes e law“.

5- Ji derd û kulên dinyayê, ji teşqele û sextekarîya insanan aciz bûye û dixwaze bêje „Êdî ez hew karim bi van insanên sextekar re bijîm, ezê di vê jiyanê û di vê dinyayê nim lo“.

6- Li ber xwe dide û dixwaze bêje „Berxwedan jiyan e, hema di kur re zirav bû bela di wir re biqete, ji vî ve“.

Ê de qewet be ji we re qurban..

Heçê tê derxe, emê kîlok fasûlî ji wan re bişînin û hûn sax..

 

About The Author