Jun 6, 2014

    3 sal in li benda xiyarekî ye

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Kadîn
    • 335 Views
    • 3

    Jinek Rûs (navê wê li cem me veşartî ye) ev sê sal in li benda xiyarekî ye ku pê re bizewice.

    Xanim (X) berî 3 salan daxuyanîyek di înternetê de belav kiribû û gotibû “ Kesê ku mehane 40 hezar dolar bide min û di hotêlên 5 stêrk de jiyanek xweş pêşkêşî min bike, ezê pê re bizewicim“ filan û fîstan.

    jinrus

    Tew ev jî ne bes bûn, ji Okyanûsa Hindê req û kûsî û ji Derya Ûmmanê jî samasî jî xwestibûn.

    Lê ev 3 sal in xiyarekî bersiva lotika wê nedaye û pê re ne zewicî ye.

    Erê lo, mehane 40 hezar dolar, jiyanek li hotêlên 5 stêrk, req û kûsîyên Okyanûsa Hindê û samasîyên Derya Ûmmanê!?

    Keçê hey min xirrê Sofî Xelef li dawa te alandê, ma kîjan jin jiyanek wilo luks û xweş naxwaze?

    Tu ne tê xwarin û ne tê vexwarin, tu wek wan tajîyên gundê Torê yî, ma wê kî mala xwe bibe mîratê û serweta xwe li ser te bike peppûkê?

    Axir, xanim (X) li benda xiyar û teradînekî ye ku mehane 40 hezar dolar bide wê û wê di hotêlên 5 stêrk de bide jiyandin.

    Îcar gelî xwendevanan, heke xiyar û teradînek wek dilê xanim (X) di nav we de hebe, nesekinin û serî li Lotikxanê bidin.

    Lê piştre hûn poşman bibin em ne kefîl in hûn zanibin.

    Moskova

    jinrus1

    • facebook
    • googleplus
    • twitter
    • linkedin
    • linkedin
    Previous «
    Next »

    3 Comments Already

    1. GERE TU KES PEYT Û GURC SERÊ WÊ BIGRIN Û MERIV BI DILÊ XWE Û HIŞKEHIŞK TOPIZÊ XWE
      PALDE KUNA WÊ YA AGIRPÊKETÎ DE
      DE HERE HA

    2. Wıle gelek xweşıkı , 40 hezar piri le bele jı bo 10 dk em karın tırrınye je binin

    3. Wıle gelek xweşıkı , 40 hezar piri le bele jı bo 10 dk em karın tırrınye je binin

    Schreibe einen Kommentar

    Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    %d Bloggern gefällt das: