3 sal in li benda xiyarekî ye

Jinek Rûs (navê wê li cem me veşartî ye) ev sê sal in li benda xiyarekî ye ku pê re bizewice.

Xanim (X) berî 3 salan daxuyanîyek di înternetê de belav kiribû û gotibû “ Kesê ku mehane 40 hezar dolar bide min û di hotêlên 5 stêrk de jiyanek xweş pêşkêşî min bike, ezê pê re bizewicim“ filan û fîstan.

jinrus

Tew ev jî ne bes bûn, ji Okyanûsa Hindê req û kûsî û ji Derya Ûmmanê jî samasî jî xwestibûn.

Lê ev 3 sal in xiyarekî bersiva lotika wê nedaye û pê re ne zewicî ye.

Erê lo, mehane 40 hezar dolar, jiyanek li hotêlên 5 stêrk, req û kûsîyên Okyanûsa Hindê û samasîyên Derya Ûmmanê!?

Keçê hey min xirrê Sofî Xelef li dawa te alandê, ma kîjan jin jiyanek wilo luks û xweş naxwaze?

Tu ne tê xwarin û ne tê vexwarin, tu wek wan tajîyên gundê Torê yî, ma wê kî mala xwe bibe mîratê û serweta xwe li ser te bike peppûkê?

Axir, xanim (X) li benda xiyar û teradînekî ye ku mehane 40 hezar dolar bide wê û wê di hotêlên 5 stêrk de bide jiyandin.

Îcar gelî xwendevanan, heke xiyar û teradînek wek dilê xanim (X) di nav we de hebe, nesekinin û serî li Lotikxanê bidin.

Lê piştre hûn poşman bibin em ne kefîl in hûn zanibin.

Moskova

jinrus1

About The Author