Fatê were kadînê

Belê, hilbijartinên Sûrîyê bi dawî bûn. Ji xwe encamên hilbijartinê ji serî ve dihatin texmînkirin. Xuyabû wê qirikdirêjo û dîkê elokan Beşar Esed dîsa bibe serokkomar. Çawa be parêzerên wî pir bûn û mêrik ji xwe amin bû.

Lê zêdebûna ser kezebê dîsa Kurd bûn. Bawer bikin ku ne ji Kurdan be, wê dagîrkerên Kurdistanê ji Kurdistanê birevin. Bi saya serê Kurdan Kurdistan heta bi îro parçekirî û bindest maye û Kurd ji koletîyê azad nebûne.

Hêzên asayîşa PYD ji sindoqên Beşar Esed re bûn parêzer û nobedar.

Ê de destên wan sax bin, xwedê Beşar Esed ji ser serê wan û ji ser serê Kurdên rojava kêm neke rebbî!

Amîn!

About The Author