Aha ji we re germik û nermikek Amedî!

Belê, hinek xêrnexwaz û zikreş radibin, rûdinên û dibên „Yaw qardaşim, bi dîn û îman heta îro kesekî ji bo xêrê ji Diyarbekirê derneketiye. Ne modelek, ne mankenek, ne filan û ne bêvanek.  Diyarbekir meskenê pêxwas, esrarkêş, cilêtçî, qirix, diz û zebeşfiroşan e. Ma hema yeke bedew û seksî ji Diyarbekirê dernaveke babam“ filan û fîstan û lotikan li Diyarbekirîyan dixin.

elif1Axir, piştî lêkolînek dûr û dirêj, sîxurên me derxistin holê ku kesên bedew û seksî jî ji Diyarbekirê derdikevin. Derxistin holê ku Diyarbekir ne tenê meskenê pêxwas, esrarkêş, cilêtçî û zebeşfiroşan, lê herweha meskenê germik û nermikan e jî. Meselen xanima germik û nermik Elîf Çelîk.

Li gor fitne û fesad dibêjin, xanima germik û nermik, xanima seksî, doxînsist û tenûrgerm  Elîf  Çelîk di sala 1988an de li Diyarbekirê çêbûye. (Hinek dibêjin li Libnanê û Enqerê çêbûye, lê ne raste, ew xalis muxlis ji Diyarbekirê ye). Di zaroktîya xwe de malbata wê koçî Stenbolê kiriye û jiyana wê ya lotikvanî li wir dest pê kiriye. Ji 4 salîya xwe ve bale kiriye û piştre bûye model û manken û dest bi zîtirkan kiriye.

Elîfka me ji çapemenîyê re behsa xwe kiriye û daye lotikan.

Çi gotiye Elîfa Diyarbekirî?

Gotiye: „Heta dilopa dawîn jî ez jin im, lê ji seksa nav nîvînê hez nakim. Ez alîgir û hezkira seks û lotikên macerayî me. Zilamek bi hêsanî nikare têkeve jiyana min, lê ku ket jiyana min jî hew kare jê derkeve. Ez di seksê de maceraperest im. Nizanim heta niha min çend xiyar xwarine, lê piranîya yarikên min ji lotikên min memnûn û bextewar bûn. Ewê heta bi mirina xwe jî nikaribin lotikên min ji bîr bikin“ filan û fîstan û xiyar û cacîq.

Û piştre çi gotiye Elîfka me?

Gotiye: „Zilamek yan jinek bedew û çeleng, ji min re ferq nake. Ez ji herduyan re jî heme. Ez karim tirrê ji herdu cinsan jî berdim. Hem balêsim, hem bimijim, qet ne xema min e“ û pê de çûye, germ bûye û sincirî ye.

Ez serê we neêşînim, îcar kîjan bê wîjdan dibêje kesekî xêrê ji Diyarbekirê dernakeve?

Va Elîf Çelîk derketiye ma ne bes e oxlim?

Elîfka me kare li defê jî xe û li zirnê jî xe. Hem jinan dalêse, hem zilaman dimije. Yanî herdu cinsan jî îdare dike.

Ma ka ji Elîfka me bedewtir, xweşiktir û seksîtir Diyarbekirî wî!

Na na cîgerim, bêbextîyan li Diyarbekirîyan nekin û min ji îmanê dernexin..

Mêrg Ehmed/Amed

elif5

elif4

elif3

elif celik

About The Author