Ma Kurd hez ji çi nakin xalê Têmûr?

Nivîskarekê Kurd xalê me Têmûrê Xelîl hevpeyvînek bi CNNKurd re kir û lotikek xweş avêt.

Xalê me Têmûrê Xelîl di derbarê hezkirina lotikvanên nîv Kurd û nîv Tirk Îmrahîm Tatlises û Ehmed Kaya de gazindên xwe anîn zimên û lotikek xweş û mafdar li Kurdan xist.

Çi gotiye xalê me Têmûr?

temur kaya KopieGotiye: „Binerin, bi 99 telaqên jinberdanê, Îbrahîm Tatlises û Ehmed Kaya malê Tirkan in, bi salan xizmeta zimanê Tirkî û asîmîlasyona Kurdan kirine,  tu eleqeya wan bi kultûra Kurdî re nîne. Belkî ew stranbêjên gelek mezn bin, lê ew ne malê me ne, ne malê Kurdan e. Bi taybet Kurdekanên başûr pir ji wan hez dikin. „  filan û bêvan.

Xalê me Têmûr pê de çûye û dîsa gotiye: “ Aramê Tîgran û Karapêtê Xaço bi xwe Ermen in, lê ew malê Kurdan in, ew stranbêjên Kurdan in û wek stranbêj ew kurd in.  Talises û Kaya wek stranbêj Tirk in. Aram û Xaço xiyanet li miletê xwe nekirine, lê Tatlises û Kaya xiyanet li miletê xwe kirine, çima? Ji ber ku Talises û Kaya muzîk û awazên Kurdî kirin malê Tirkan, muzîk û awaz ji Kurdan dizîne, dane Tirkan û kirine malê Tirkan. Binerin, li başûrê Kurdistanê parkek bi navê Ehmed Kaya heye, lê parka Erebê Şemo nîne. Welle û bille ev yek mirov xemgîn dike lo“ û porê xwe hilçinîye, simbêlê xwe kişandiye.

Erêêêêêê erê xalê Têmûr!

Kuro hey te serê min xwaro, ma tu Kurdan nas nakî?

Ma tu nizanî Kurd dijminê qewmê xwe ne?

Ma tu nizanî Kurd ji xelkê re hêkan lê ji xwe re zelqan dikin?

Ma tu nizanî Kurd ji xelkê re masîyan û ji xwe re kûsîyan digirin?

Ma Kurd ji xeynî (derveyî) Kurdan hez ji çi nakin xalê Têmûr?

Werhasilî kelam, ez gûyê Aramê Tîgran û Karapêtê Xaço di tembûra Tatlises û Kaya kim. Û ez gûyê Tatlises û Kaya jî di kodika Kurdên xwelîliser kim û tu sax….

Êrîvan

 

About The Author