Ê de ma xwedê!

Belê, dolheram û çeqilmastên çeteyên DAÎŞ û ÎŞÎD ê bajarê Mûsilê dagîr kirin. Ne tenê li başûr, herweha ev dolheramên hov li rojavayê Kurdistanê jî bûne bela serê Kurdan. Lê tiştek pir eşkere û vekirî ye. Sermezinê Beşar Esed, pozmezinê Nûrî Malikî ( helbet sofîk û melayên Îranê li pişta wan e) û qamdirêjê Erdogan pişrgirîyek mezin didin van çeqel û keftaran. Yan na, DAÎŞ û ÎŞÎD nikarin bi serê xwe tirşika kelandî bixwin.

pkky Kopie

Axir, çeqel û keftarên DAÎŞ, ÎŞÎD û quzê kerê bajarê Mûsilê xistin bin destê xwe. Bi 5 hezar çeqel zora 60 hezar keftarên Nûrî Malikî birin û qûn li wan qetandin. Helbet ev lotik ji bo Kurdan lotikek xeter û xirab e. Ji niha û şûnde îcar wê ev bîjî berê xwe bidin Kurdistana azad jî. Wê serê Kurdekanên başûr pir bêşînin û cîh li wan teng bikin. Her çar dewletên dagîrker wê hefsarê DAÎŞ û ÎŞÎD ê berdin û wan wek gurên har bişînin ser Kurdistana azad.

Werhasil, di vê derbarê de PKK û YPG lotikek xweş avêtin û gotin: „Em amade ne li gel pêşmerge şerê wan dolheramên DAÎŞ û ÎŞÎD ê bikin. Em amade ne başûr ji zîtirkên wan keftaran biparêzin“ filan û fîstan.

Helbet gotina xweş xweş e. Heke ne ji dil û kezebê be jî, dîsa xweş e. Lê hêvîdarim ev lotika PKK û YPG ji dil û kezebê be.

Axir, em vê lotika PKK û PYD pîroz dikin û hêvîdarin wê di binê vê lotikê de zîtirk û dek û dolabên din tunebin.

Çi gotiye fîlozofê mezin Sofî Xelef?

Gotiye: „Stûn bingeha xênî ye, heke stûn ne saxlem be, wê xanî biherife û hilweşe“.

Îcar qurban, partîyên Kurd jî stûnên Kurdistanê ne. Heke ne bi tifaq bin, ne yekrêz û yekdest bin, hem ewê têk biçin û hem jî wê Kurdistan ji çeqel û keftaran re bimîne.

Ê naxwe bijî yekîtî û bimre brakujî û hew!

Hesekê

 

About The Author