Bajon bavê min, hem li nêl xin, hem li bizmêr xin

PKK, PYD û YPG ev çend roj in banga hevkarî, yekîtî û piştgirîya başûrê Kurdistanê dikin. Dixwazin xwedêgiravî li dijî çeteyên ÎŞÎD ê li kêleka pêşmerge şer bikin. Lê dibêjin kurmê şîrî heta pîrî ye û gotin û kirin nabin yek.

PKK li alîyekî behsa yekîtîya Kurdan û alîkarîya pêşmergeyan dike, li alîyê din di daxuyanîya xwe de ji Kurdan dixwaze ku behsa etnîsîte û netew-dewletbûnê nekin (daxuyanîya KCK). Yanî, erê emê alîkarîya pêşmergeyan bikin û başûr biparêzin, lê divê PDK û pêşmergeyên wê behsa netew-dewletbûna Kurdan nekin, serxwebûnê nexwazin.

Wey merheba ji vê alîkarî û yekîtîyê re!

Yanî, hevallerên me ji PDK û pêşmergeyên wê re sergirtî dibêjin „xiyarê me tehl e, yan hûnê bixwin, yan hûnê di xwe kin“ kaka..

PYD û YPG  li alîyekî banga yekîtîyê û piştgirîya pêşmergeyan dikin û dibêjin „Kerkûk Qudis a Kurdan e“ filan û fîstan. Lê li alîyê din dîsa nahêlin siyasetmedar û rêvebirên PDK-S derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û wan paşde vedigerînin.

Îcar ev çi yekîtî û alîkarî ye yabo qurban?

Ev çi şorbe ye, çi tirşo û mehîr e?

Çima ku hinek pêşmerge û gerîllayên YPG li derîyê Til Koçer hatine cem hev û wêneyek bi hev re kişandine, çapemenîya PKK ha ha dibêje „Gerîlla çûye hawara pêşmerge“ filan û fîstan. Wey mala minê! Helbet ev propaganda ne bilasebeb e. PKK û PYD a ku kirasê xwe ji bo kolandina xendekan diçirandin û PDK û Barzanî rezîl û riswa dikirin, ji bo ku xwe ji bin wî barî derxin û xwe rûspî bikin, behsa yekîtî û paraztina başûr û filan û fîstanan dikin.

Êêêêêê?

Îcar we sedema kolandina xendekan fêhm kir sayin hevaller?

Na na, ez bi serê we û bi serê başqan Ocalan kim, we ji min çêtir zanîbû bê xendek ji bo çi armancê tên kolan. We ji herkesî baştir zanîbû ku ew xendek ne ji bo Kurdên rojava lê ji bo terorîstên mîna DAÎŞ, ÎŞÎD û El-Nusra dihatin kolan. Lê li hesabê we nedihat braknooooooo, çawa be fersenda êrîş û dijminatîya PDK û Barzanîyan ketibû destê we..

Axir, mesela me li ser yekîtîyê û tifaqê bû.

PKK xwedêgiravî dixwaze bi pêşmerge re şerê ÎŞÎD ê bike, lê bi şertê ku Kurd behsa netew-dewletbûnê nekin (serxwebûnê nexwazin).

YPG behsa yekîtîya Kurdan dike û dixwaze bi pêşmerge re şerê ÎŞÎD ê bike, lê rê nade ku siyasetmedarên PDK-S derbasî rojava bibin û xebata xwe bikin.

Ev e yekîtîya ku hûn behsa wê dikin!?

Merheba yekîtî!

Helbet yekîtî xweş e, tifaq xweş e.

Lê ku yekîtî berjewendî be, dek û dolab be, lingşemitandin be, siyaseta çeqilmast be, qede bi wilo yekîtî bikeve û xelas…

Hewlêr

 

About The Author