Erê dinyayê….

Qede bi malê dinyayê keve. Dinya bûye dinya peran û serwetê. Mirovê bê pere û feqîr ne roj lê roj e, ne jî şev lê şev e. Pere meriv dike wezîr jî, û rezîl jî dike. Qedir û qîmet hemi ketiye qûna pere û malê dinyayê. Malê te hebe qedirê te heye, tunebe qîmetê te û pîvazekê wek hev e.

Gellek hunermendên Kurd di nav xizanî û feqîrîyê de mirin. Gellek hunermendên Kurd hîna jî xizan in û bi zor û heft bela zikê xwe û zaroên xwe têr dikin. Hunerê wan têra têrkirina zikê wan nake. Û ji xwe Kurd jî maşellah ne qîmetê hunermendên xwe zanin û ne jî qîmetê kedê.

zaim kendes

Hunermendê Kurd Zaîm Kendeş, roja sêşema borî li herêma Kobanî, ji xizanî û belengazîyê xwe daliqand û koça dawî kir.  Ji ber tinebûna kar, rewşa aborî ya xirab û dijwarîya jiyana li Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê, hunermend Zaîm Kendeş nikarîbû wek ku wî dixwest hunera xwe berdewam bike.

Hunermend Zaîm Kendeş di sala 1971ê de li herêma Kobanî ji dayik bûye. Ew ji malbatak muzîkjen tê û birayê her du hunermendên Kurd  Miço û Baran Kendeş e. Zaîm tenbûrvanek navdar bû û di gelek festîvalên muzîkê de beşdar bûbû. Wî bi tenbûra xwe gelek albûmên stranan ji hunermendên Kurd re tomar kiribûn.

Zaîm Kendeş di 43 salîya xwe de li bajarê Kobanî di mala xwe de xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî.

Zaîm Kendeş 2 lawên xwe sêwî li pey xwe hiştin.

Çiqas zehmet e ku meriv nikaribe zikê zarokên xwe têr bike û şerm bike li ruyê wan binere ne wilo!

Ax dinyayê min di te nîhayê!

Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in. Heçê bê mal in barkêş û himal in, erê……

Efrîn

About The Author