Erdo û Gulo diçin heyfê

Belê, li ser bextê fitne û fesadên meclîsa Tirko be, li gor saloxdanên sîxurên me, dibêjin Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Gul ji bo şerê DAÎŞ û ÎŞÎD ê amade ne.

erdo gul

Piştî ku ÎŞÎD ê bi ser bajarê Mûsilê de girt û xebatkarên konsolosxaneya Tirkîyê hêsîr girtin, Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Gul amadekarîya rizgarkirina hêsîrên xwe kirin. Li gor sîxurên me yên sererd û binerd radigihînin, tenê wê Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Gul di operasyona azadkirina hêsîran de cîh bigrin. Ji derveyî wan kesek din beşdarî operasyonê nabin.

Û hetta fitne û fesad dibêjin „îhtîmalek mezin heye ku Erdogan û Gul bi balafira xwe êrîşî Qendîlê jî bikin û heyfa daxistina ala xwe hilînin, ala Tirko li Qendîlê daçikînin“ filan û xeftan.

Ê de ka li Erdogan û Gul binerin bê pîlotên baş ji wan derdikevin yan na..

Konya

 

About The Author