Azpilcueta Vâsquez tir ji xortê Kurdan berda

Xwendevanê ji Perû Kevin Azpilcueta Vâsquez, diçe qursa zimanê Kurdî û niha xweş hînî Kurdî bûye. Ji ber ku ji zimanê Kurdî û ji Kurdan hez dike, rabûye ji Perûyê hatiye Tirkîyê û zimanê Kurdî hîn dibe.

Kevin Azpilcueta Vâsquez, gazindan ji xort û ciwanên Kurd dike ku ew zimanê xwe hîn nabin û qîmet nadin zimanê Kurdî.

Kevin Azpilcueta Vâsquez, xort û ciwanên Kurd daye ber lotikên Latîn Amerîkankî û dibêje „xort û ciwanên Kurd zimanê xwe ji bîr dikin. Girîngîyê nadin zimanê xwe. Ez du caran çûme Amedê. Yanî qaşo dibêjin „Amed paytextê Kurda ye“ lê li wir xort û ciwanên Kurd bi Tirkî diaxivin. Li her derê Kurd hene, lê Kurd qîmetê nadin zimanê xwe. Bê ziman jiyan nabe“ filan û bêvan.

peru xort

Kevin Azpilcueta Vâsquez, 4-5 zimanan zane û dibêje „mirov bi zimanê xwe heye. Heke xort û ciwanên Kurd li zimanê xwe xwedî dernekevin, wê bibin wek wan dehşikên nav garanê, wê ne bi kêrî xwe bên û ne jî bi kêrî kesekî din. Wê bibin şorbe û çeqilmast û wenda bibin“ û bi mîrkutan rabûye nav serê xort û ciwanên Kurd.

Axir, hûn dibînin ne wilo?

Kevin Azpilcueta Vâsquez, ji Perûyê hatiye Tirkîyê, ji ber ku ji Kurdan hez dike zimanê Kurdî hîn dibe. Û xort û ciwanên me jî zimanê Kurdî bi qûna xwe pakij nakin, bi şildim bildima Tirkî diaxivin, bûne aşiq û evîndarê zimanê dagîrkerên welatê xwe û tew ji xwe pê serbilind in jî.

Îcar kîjan ji wan Kurd in hûn bi qedrê xwedê kin?

Kevin Azpilcueta Vâsquez yan dehşikên me yên ku dixwazin bi zimanê Tirkî qaşo bibin zilam?

Stenbol

About The Author