Ez di wilo Karnawal de bimîzim!

Belê, Kurdan bi def û zirne dest bi amadekarîyên pîrozkirina serxwebûna başûrê Kurdistanê kir. Her çiqasî serxwebûn nehatiye alenîkirin jî, lê bêhna wê difûre û piranîya Kurdan bê eraq serxweş û mest bûne.

Di vê derbarê de çend nivîskar û rewşenbîrên ne nivîskar û ne rewşenbîr, dest bi amadekarîyên „Karnawal“ a pîrozkirina başûrê Kurdistanê kirin.

serxebun Kopie

Balkêş e, ew xêrnexwazên ku navê nivîskar û rewşenbîrîyê li xwe dikin û zîtirkên bergîlan davêjin, pankarta xwe bi çend zimanan nivîsandine. Lê tiştek kêm hiştine. Hem jî bi zanebûn û bi mebesta fitne û fesadîyê.

Li ser pankarta wan xêrnexwazan bi „Kurmancî-Latînî“ tiştek nehatiye nivîsandin. Ev nivîskar û rewşenbîrên ku qaşo xwe wek Kurd dihesibînin û heqaretê li 25-30 milyon Kurmanc dikin, bi zimanê Tirkî û Ingilîzî (latînî) nivîsandine.

Lê Kurmancî?

Tune.

Çima baba?

Yan 25-30 milyon Kurmanc ji Eyşika Ereb in, ji quzê kerê ne!?

Yan zimanê Tirkên dolheram ji Kurmancî pîroztire?

Wey tifûûûûûûûûûûû erê welle û 101 carî tifû li nivîskarîya we û rewşenbîrîya we be!

Heke nivîskarî û rewşenbîrî înkarkirin û heqaretkirina li Kurmanc û Kurmancî be, heke nivîskarî û rewşenbîrî qûnalastina Tirkan û zimanê wan be, heke nivîskarî û rewşenbîrî ev kerîtî û dijminatî be, ez di nava wilo nivîskarî û rewşenbîrîyê de bimîzim!

Heke Karnawala serxwebûna başûr înkarkirin û heqareta li Kurmanc û Kurmancî be, ez di nava wilo Karnawal de jî bimîzim!

Ew Karnawal û ew zîtirkên serxwebûnê ji min re ne lazim!

Xelas!

Dihok

 

About The Author