Gunikreşo jî got „Jeeeesssss!“

Belê, piştî Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres û Wezîrê Derve Lîeberman, niha jî Serokwezîr Benyamîn Netenyahû lotikek avêt û piştgirî da Kurdistana serbixwe.

Wek me berê jî gotibû, di Rojhilata Navîn de du millet û welatên sêwî û dost hene. Kurd û Cihû (Israîlî). Dijminên herduwan jî yek e û herdu alî jî muhtacî hev û dostanîya hev in.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Israîlê xalê me Benyamîn Netenyahû lotikek qerase avêt û destê xwe li pişta Kurdan xist.

Netanyahu-2Qunikreşê mezin Netenyahû, li Enstîtuya Lêkolînên Ewlekarîya Milli ya Zanîngeha Tel-Aviv axaftinek kir û got: ‘’Ji ber şer û pevçûnên Sunne û Şîeyan, li İraqê û Rojhilata Navîn bi giştî alozîyek pir mezin çêbûye. Loma wek beşek ji îtîfaqa di navbera Îsraîl û hêzên herêmê de divê Kurdistana serbixwe bê damezirandin. Kurd miletekî têkoşer in, ew hêjayê serxwebûnê ne’‘ û pêde çû.

Wer xuyaye êdî kes nikare rê li serxwebûna başûrê Kurdistanê bigire. Heke Israîlê xwe dabe ber naskirin û qebûlkirina Kurdistanek serbixwe, kî çi dibêje nabêje virt û vala ye. Ê helbet brakên me yên Cihû van lotikan bi serê xwe navêjin.

Axir, heke xwedê bê erê û Mihemed, Îsa û Mûsa jî bisediqînin, wê başûrê Kurdistanê ji bêhna tir û fisên Ereb û Farisan rizgar bibe û serbixwe bibe.

Û ji xwe go Israîl û brakên me yên Cihû jî dest bidin me, ma êdî şûr simbêlê me dibirre? Ma êdî kes kare pişta Kurdan deyne erdê?

Lê xeterek mezin heye ew jî ev e, xwarina goştê elokan?

Heke kesên mîna Adil Mûrad bi xwarina goştê elokên Îranê virikî nebin û bi ser Kurdan de nerîn, her tişt temam e wesselam…

Israîl

 

About The Author