Bijî Ciwanên Netewî yên Kurdistan

Belê, qederê 30 xort û ciwanên lotikvan li hev kom bûn û rêxistinek bi navê „Ciwanên Netewî yên Kurdistan“ damezirandin û dest bi lotikan kirin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistan bi soz û peyman sûnd xwarine ku ewê Kurd û Kurdistanî bin, ewê ji bo avakirina Kurdistanek serbixwe û yekbûyî kar bikin û ewê guh nedin çîrok û çîvanokên ku Kurdan ji xeta netewî dûr dixin.

Di vê derbarê de ciwanên me agahdarîyek kurt belav kirin. Li gor dibêjin, wê di demek nêzîk de agahdarîyên berfirehtir belav bikin û awira gelemperî zêdetir agahdar bikin.

———————————-

xort netew1

 

AGAHDARÎ
Bi navê “Civanên Netewî yên Kurdistan”, bi qasî 30 nuner, dı roja 29 ê meha Puşperê de, lı bajarê Amedê civîyan.
Daxuyannameya ku, di dema borî de hatibu pejirandin di komcivînê de dur u dirêj hat guftugokirin. Li ser naveroka dawî, di navbera nuneran de lihevkirin çê bu. Ji bo agahdarkirina rayagiştî, biryar hat stendin.( 30.06.2014)

Di civîna Amedê de, 9 kes ji bo komîte ya rêevebirîyê u 3 kes jı bo berdevkîya tevgerê hatin hilbijartin.

Berdevkên Civanên Netewî yên Kurdistan ji van kesaan pêk hatın:

1-Jiyan Timurtaş
2-Metin Ak
3-Mutlu Acar

Ji bo Komite ya Rêveberîya Ciwanên Netewî yên Kurdistanê , ev kesan hatın hilbijartin

1-Agit Ekinci
2-Ahmet Kınay
3-Cuma Kılıçaslan
4-Jiyan Timurtaş
5-Metin Ak
6-Mutlu Acar
7-Rıdvan Demir
8-Roger Sileyman
9-Umut Zengin

xort netewb

https://www.facebook.com/pages/Ciwan%C3%AAn-Netew%C3%AE-y%C3%AAn-Kurdistan/741675509229858?fref=ts

About The Author