Wî jî dest bi çîrokan kir

Belê, namzetê hevbeş ê MHP û CHP Ekmeleddîn Îhsanoglû (ku bi xwe jî dîndar e û nêzîkî Cemeeta Gulen e) dest bi lotikan kir.

MHP û CHP ji bo ku qaşo rê li ber Kasimpaşalî Receb bigirin û wî nekin serokkomar, rabûn xwe avêtin ber lingên Îhsanoglû û ew kirin namzet. Ji ber ku her du partî bi qûna xwe ne bawer bûn û nikarîbûn namzetekî ji nav partîyên xwe derxin, xwe li dora yekî oldar û germik û nermik kirin yek. Ne ku aşik û evîndarê çavên wî ne ha, na. Tenê ji bo ku deng û rayên Erdogan kêmtir bikin û rê li ber wî bigirin.

ihsanogluWerhasil, namzetê serokkomarîya Tirkîyê Ekmeleddîn Îhsanoglû dest bi lotikan kir û ket nav xirecirê.

Di mesela aştî û pêvajoya çareserîyê de Îhsanoglû anî zimên ku bi darê zorê bratî çênabe û divê kêmasîyên ku nehe ji holê bên rakirin. Îhsanoglû got ku „bi hezarê salan e em bi hevre dijîn (yanî Kurd û Tirkên xwelîliser) û divê em vê yekîtîya xwe xurttir bikin. Helbet di gellek waran de kêmasî hene, lê divê em wan kêmasîyan rakin û demokrasîyek xurttir bi cîh bikin“ û serê hefsêr berda.

Axir, ji MHP, CHP, AKP, sofîk û mofîk, qûnek û qûndeyên wan bigirin, heta bi Kurdên çeqilmast û dewşîrme jî heman lotikan davêjin, bi yek zimanî diaxivin û ji yek kanîyê avê vedixwin.

Ji bo ku Kurd ji ruhê netewî û ji Kurdayetîyê dûr bikevin, çîrokên „Yek dewlet, yek millet, yek ziman û yek al û bratî“ wek ayetên quranê ji Kurdan re tên pêşkêşkirin.

Ji bo ku Kurd doza serxwebûnê nekin û sînorên dewletên dagîrker çîrvîrî hev nekin, cîhadek topyekûn dest pê kiriye. Û hinek Kurdên me yên çeqilmast jî ji Tirkan zêdetir yekîtîya Tirkîyê diparêzin û xwelîya heft gundan li serê Kurdan dikin.

Lê dibêjin „ava golan bi devê segê gundan heram nabe“.

Kurd wê her bijîn û Kurdistan jî her wê rojekê serbixwe bibe..

Enqere

 

About The Author