Mihemed Şêxo

leylan_hawarnetHer gava dengê Mihemed Şêxo tê min, dayika min tê ber çavên min.
Li ser çiyayên başûrî, şoreş germ bibû.Mêr, jin û zarokên başûrî hemû bûbûn pêşmerge li ser çiyayan.
Dayika min, xwişka min û bavê min li ser çiyayên Zaxoyê bûn.Mirin, xebat, şer, tirs û derdê bêwarî û evîniya welatî, her şev mêhvanên wan bûn.

Rojêkê eskerê êraqê nêzî çiyayên Kurdistanê bûn.
Jin û zarok reviyan. Xwişka min û dayika min reviyan.
Li ber çavên min e, dayika min.

Dilê min hêl, hêl lê dide.
Ez wê dibînim, çi bi xurtî xwişka min girtiye li ber singê xwe û direvî.
Çawa xwe ji bîr kirye û ji bo xwişka min dijî. Ji min re hatiye gotin ku ji herdû aliyan fîşek dihatin teqandin.
Aliyê bakurî, ji ber ku eskerên tirk nedixwest ku  ev zaro û jin giş derbas bibin û jê aliyê başûrî, ji ber ku eskerên êraqê nedixwest ku ew vegerin.Bêhna min teng dibe, gava ez guhê xwe didim Mihemed Şêxo.
Dengê fîşekan tê min.

mihemed ssexoDayika min tê ber çavên min.
Ji xwe re dibêjim ku niha lingên dayika min çi westiyayî ne, çend reviyane.

Çi dûr meşiyane.
Çi zelal û bêdeng bûye dayika min.

Dilê min dişkê, gava dengê Mihemed Şêxo tê min.
Bavê min tê ber çavên min.

Bavê min ma li ser çiyayan, da Kurdistanê biparêze.
Dilê min hêl hêl lê dide.

Ez wî dibînim, çi bi xurtî diparêze, warê me.
Çawa xwe ji bîr kiriye û ji bo dayika min û xwişka min şer dike da bigihên mafên xwe.

Ji min re hatiye gotin ku bavê min bi birayê xwe re dipeyive wextê birayê wî li ber guhê wî şehid ket.

Her gava dengê Mihemed Şêxo tê guhê min, Kurdistan tê bîra min.
Armanca me hemû kurdan tê bîra min.

Bêkesî û bêwarî tê bîra min.

Dilê min dişkê.

Salekê ji yekûdu dûr bûn, dayik û bavê min.

Dayika min li hepsa mêrdinê.

Bavê min li ser çiyayan.

Nizanîbûn kî sax e, kî mirî ye.
Li kû ne.

Salekê bavê min li dû wan digeriye.

Salek.

12 meh

365 roj.

365 roj çend saetên?

Çend derdên?

Çi barekî giran e….
..

Mihemed Şêxo ji min re Kurdistan e.
Bakur eBaşûr eRojhilat û rojava ye.

Şoreşa îlonê ye.

Dengê Dêrsimê ye.

Giriyê Helebceyê ye.

Serxwebûna Mehabadê ye.

Şoreşa Qamişloyê ye.

Zarokekî sêwî ye.

Daykeke mirî ye.

Bavekî wendabûyî ye.

Tarîxa dayik û bavê min e.

Û her cara ku tembûre wî mala min tijî deng dike, dilê min pê re tijî derd dibe.

Derdê welat. Derdê bêwariyê.
Twitter: @Maronsi

About The Author