Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e

Belê, îlahîyatçîyê germik û nermik Nîhat Hatîpoglû, ku bi xwe ji Amedê ye, îlahîyatçîyekî temam e. Zimanxweş û zimandirêj e. Di warê olî de şareza û bîrewer e, têra xwe xwendiye.

Lê mesela me ne ol û mol e.

Mesela me berjewendî ye.

hatipoglu KopieHatîpoglû yê ku di televizyonan de temaşevanan mest û serxweş dike, Hatîpoglû yê ku berê temaşevanan dide axretê û behsa bihuşt û dojehê ji wan re dike, helbet van karan belaş nake.

Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ma meriv li ser navê xwedê û pêxember bazirganîyê dike?

Ma kar û kiryarên ku ji bo xwedê û pêxember tên kirin, ne divê belaş bin û ji bo riza xwedê bin?

Hûn li kê dinerin, li ser navê xwedê û pêxember bazirganîyê dikin. Li ser navê wan partîyan ava dikin, serê xelkê jêdikin, ji xelkê re behsa axretê û bihuştê dikin, lê ew bêrîkên xwe dadigirin û jîyanek xweş û dewlemend derbas dikin. Û bela feqîrên xwelîliser jî bi xewn û xeyalên çûna bihuştê nanê tisî bixwin.

Axir, li gor tê gotin, Nîhat (Nûhat) Hatîpoglû ji bo ku di meha Remezanê de di ATV de bernameya rojîyê çêbe û berê xelkê bide axretê, ji ATV 600 hezar lîre (300 hezar euro) pare stendiye.

Ji bo mehekê 300 hezar euro (600 hezar lîre)!?

Vî pareyî ne serokwezîrek qezenc dike, ne serokkomarek û ne jî Azraîl û Cebraîl!

Û hem jî li ser navê xwedê û pêxember, li ser navê ola îslamê!

Werhasilî kelam, bi rastî vê heyamê pare û dewlemendîya mezin di olê de ye. Kesê ku şaşikek sipî bide serê xwe û çend gotin û motinkên olî bîne zimên, xwedê dayê û kêf kir.

Gelo piştî vî temenî ez jî rabim bibim şêx yan îlahîyatçî we go çi?

Mûş

 

About The Author