KURDINO, HÛN DIKARIN LI KURDISTANÊ MÊZE KIN ?

Berfîn zarokek çar salî ye, pir şêrîn û delal e. Lê gelek jî baleban e, xwedêhiştîyê tiştên malê serobin dike. Dayîka wê ji destê wê lê ye hişê xwe bixwe.

Rojekê dayîka wê bi destê Berfînê girtîye anî ba kalê wê û got: “ Bavo bila Berfîn hinek li ba we be. Hinek karê malê heye, ez jî karê xwe bikim.

Tu nabê di rê de bi Berfîn’ê re hêrs bûye û xeyidî ye. Berfîn’ê rûyê xwe qirçimandîye bêkêf e. Kalikê wê çû jê re çîkolete, hindok û hinek tişt stend anî.

Berfîn’ê qet li wan tişta mêze nekir, rû tirş û xemgîn e. Kalikê wê got: “ Keça min tu çima wisa bêkêfî ? Çi bû bi te ?

keca kurdBerfîn kelogirî bi zimanekî xemgîn got: “ Kalo tu karî li zaroka mêzekî, xwarin û vexwarinê bidê ?

Kalê wê got:” Erê keça min çima nikarim, kî ye ew zarok ?

Berfîn li xwe mukir hat û got: “ Dayê dibê tu şûm î, ezê te ji malê der kim bi ku ve diçî here, kî li te mêze dike bila bike… “ Werhasil.

Kurdistan jî wek zarokekê ye, divê hemû Kurd wek ronîya çavê xwe biparêzin û lê mêzekin ku gelê me pê şabe. Sed mixabin îro hinek sîyasetmedarên bêrûmet yên wek Xesîb, wek Muslim, wek Mûrad dibêjin Kurdistanê biavêjin teneka zibil/çopê bila bibe mêrga Tirk/Ereb û Farisan.

Naaa naa wisa ne hêsane !

Heta Kurdekî bi rûmet bimîne wê Kurdistanê biparêze, nahêle bibe mêrga kesên ne Kurdistanî. Ew kesên ne Kurdistanî bila biçin ser teneka zibil a dagirkeran û bi zibil zikê xwe têr bikin.

 

About The Author