Suryoyo tiiiirrrrrrr ji Kurdoyo berda

Belê, di maça yekem a pêşbirka Kûpaya Fûtbolê de Tîma Netewî ya Kurdistanê nanê kellê (bê xwê) xwar û bi xwe de rît.

Di maça yekem a pêşbirka Kûpaya Fûtbolê de, tîma Kurdistanê û tîma Arameans Suryoyo hatim hemberî hev. Di 38 deqîqeyên pêşî de tîma Kurdistanê xolek avêt Suryoyo û tir ji wan berda, bû 1-0. Lê piştre tîma Kurdistanê sisto misto bû û wek mirîşka gêj lê hat.

futbolArameans Suryoyo di deqîqeyên 74 û 84 an de bû wek gurê har û da ser pişta tîma Kurdoyo. Piştî xirûcirek mezin, Suryoyo 2 xol avêtin Kurdoyo û tiiiirrrrr ji wan berda, encam bû 2-1.

Yanî, Arameans Suryoyo 2 xol xistin Kurdoyo û Kurdoyo jî xolek xist Suryoyo.

Ê de ya bi xêr…

Tiştek ji betalî û tiralîyê dernakeve.

Hema kî têxe kê kar e û ne xisar e wesselam..

Hewlêr

About The Author