Di 8 salan de hezar kes kirin misilman kuro!

Belê, xanima germik û nermik a Belçîkî dev ji ola xwe berdaye û bûye misilman. Xanima ku bi kêrî dînê xwe nehatiye, îro daye dû xelkê û wan dike misilman. Ma ev jî ne ecêb e?

Axir, xanime bedew û xweşik Veronîcue Cools a 25 salî, di nava 8 salan de 1000 (hezar) ker kirine misilman û tirr ji wan berdaye.

0031405347605_dÎcar ma ev jî ne ecêba xwedê ye?

Ê de binerin, ew siyasetmedar û serokên me yên kevnare ( ji derveyî PKK ), ewên ku bi dehan partî ava kirine û xira kirine, ne di nava 8 salan de, belkî di nava 20 salan de jî hezar kes qezenc nekirine û nekirine hevalên xwe.

Ew girgirekên ku dev ji tirra xwe bernedane û hîna jî xwe wek çawîş û başçawîşên Kurdan dibînin, wek Veronîcue Cools jî nayên.

Veronîcue Cools di nava 8 salan de 1000 kes kirine misilman, lê serok û siyasetmedarên me hîna li dora xwe dizîvirin û belkî 100 kes jî nekiribin hevalên xwe û partîyên xwe.

Na na, ez bawerim divê siyasetmedarên me herin li ber destê Veronîcue xanimê çend salan dersa „rêxintin û tirr û fisên rêxistinbûnê“ bistînin.

Yan na, bi allahwekîl heta bi mirinê jî ewê her li dora xwe bizîvirin û xewn û xewnerojkên serokatîyê bibînin wesselam…

Bruksel

0011405348225_d

About The Author