Me bêrîya xaltîka xwe Ayna kiribû

Belê, hevallerên me li Kurdistanê her tişt kirine demokratîk. Komara demokratîk, xweserîya demokratîk, herêmên demokratîk, jinên demokratîk, mêrên demokratîk, ciwanên demokratîk, dikanên demokratîk, ekonomîya demokratîk, trimbêlên demokratîk, benzîn û mazota demokratîk, dendik û bindeqên demokratîk  filan û wekî din. Tu dibê qey Kurdistan ji bin nîrên koledarîyê xilas bûye , Kurd azad bûne û tenê demokratîzm maye.

Ê xelkê berê welatê xwe rizgar dikin, gelê xwe azad dikin, ala xwe li ezmanê welatê xwe didin pêlandin û piştre hêdî hêdî dest bi avakirina civakek demokrat û ristek demokratîk dikin. Yên me jî paşûpê li kerê siwar tên. Serxwebûna welatê xwe red dikin, sînorên dagîrkerên xwe diparêzin, xwedî li ala dijminê xwe derdikevin û qûna xelkê dalêsin.

emine ayna KopieBelê, îcar em bên ser lotikên BDP û xaltîka xwe Emîne Ayna.

BDP navê xwe guhert ( li ser daxwaza başqanê sererd û binerd sayin Ocalan) û kir Partîya Herêmên Demokratîk. Wek hevserok jî Emîne Ayna û Kamûran Yuksek hatin hilbijartin.

Hûn li vê ecêbê dinerin?

Navê Kurdistanê mabû, wa ew jî herimandin û  kirin „Herêmên Demokratîk“.

Wey şabaş ji we û Kurdayetîya we re şabaş!

Axir, xaltîka Kurdên sererd û binerd Emîne Ayna xanimlerî di civîna PHD de axivî û çend çîrok û çîvanokên kevnare (çîrokên axirzemana) gotin. Emîne Ayna xanimlerî got: „Armanca me ya sereke azadîya Ocalan e“ û pê de çû.

Ê helbet canim, ma Ocalan jî nebe hûnê çawa siyasetê bikin? Hûnê li ser pişta kê biçêrin?

Lê lotika ser lotikê Kamûran Yuksek avêt.

Çi got Yuksek?

„Li hember netew dewlet, neteweya demokratîk“.

Yanî, ji bo Kurd nebin dewlet em bi her tiştî razî ne. Ji bo Kurd nebin dewlet, em bi koletî û xulamtîya „netew-dewlet“a Tirkîyê razî ne.

Wey maşelle ji we û neteweya demokratîk re!

Wey maşelle ji ayetên Îmralîyê re!

Madem netew-dewlet ewqas heram û abes e, çima hûn netew-dewleta Tirkîyê ji hev tarûmar nakin ? Çima hûn sînorên netew-dewlet ên Tirk, Ereb û Farisan diparêzin?

Çima hûn dibin namzetê serokkomarîya netew-dewlet a Tirko cîîgeriiiiimmmmmmm!?

Amed

 

About The Author