Şîrket abê got „Yooooxxxxxxxxxxx!“

Wek tê zanîn, gellek ji serok û rêveberên PKK  Alewî û çepên Tirkan e. Ev Tirk, Alewî û çepên ku îlham û heyvanê xwe ji Kemalîzmê girtine, wek pençeşêrê ketine bedena Kurdan û heta ji wan tê bi navê bratî û enternasyonalîzmê Kurdan ji Kurdayetîyê dûr dixin û wan bi dewleta Tirk, Ereb û Faris ve pîne dikin. Ew kesên ku ji herkesî re netew-dewletê û serxwebûnê dixwazin, ji Kurdan re koletî û xulamtîyê dixwazin. Û navê vê yekê jî dikin bratî, demokrasî û netewa demokratîk.

Axir, ji berê de dibêjin „masî ji serê xwe gennî dibe“. Pirêze çi be, encam jî ew e.

riza altunPiştî ku piranîya girgirekên PKK li dijî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê derketin û derdikevin, xalê we Riza Antûn ( Tirkê Kayserî yê ye) jî da dû rêhevalên xwe û lotikek li Kurdan xist. Riza Altûn ê ku di nav PKK de wek „Şîrket“ tê naskirin,  serxwebûn û dewletbûna Kurdan wek koletî bi nav kir û ji rojnameya Ozgur Gundemê re got: „Binerin cîgerim,  niha ne dema serxwebûna Kurdistanê ye û serxwebûn tiştekî ji Kurdan re nayne. Serxwebûn xizmeta çi dike?! Armanca Kurdan azadî ye, di serxwebûn û avakirina dewletê de jî azadî tuneye. Dewlet koletiyê bi xwe re tîne. Em li rojava demokrasîyê dixwazin û pêwîstîya Kurdan ne bi dewletê heye ne jî bi serxwebûnê…“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Hey yawrûm hey!

Naxwe dewletbûn koletîyê bi xwe re tîne ha?

Naxwe di serxwebûn û avakirina dewletê de azadî tuneye ha?

Naxwe serxwebûn xizmeta çi dike û tiştekî ji Kurdan re nayne ha?

Way beeeeeeeeee!

Erê law, hûn yekrêzî û yekparî, al û sînorên dewletan biparêzin, xwedî li sînorên dewleta Tirk, Ereb û Farisan derkevin, bibin namzetê serokkoarîya dewleta Tirk û dewletbûn ji Kurdan re tiştekî nayne ne wilo!

Çima dewletbûn ji Tirk, Ereb û Farisan re her tiştî tîne, lê ji Kurdan re nayne?

Werhasilî kelam, ji berê de dibêjin: „Heke hefsarê devê di destê kerê de be, wê pişta wê her qop be“.

Îcar ev jî mesela me û Tirkmancan e.

Tirk in, Tirkparêz in û li ser navê Kurdan dijminatîya Kurdistanê dikin.

Ma ji vê mezintir qebhet heye?

Ê de bajoooooonnnnnnnn!

 

Kayserî

 

About The Author