Du Tiştên Kurdan Pir Mezin in!

Du tiştê Kurdan pir mezin in, bi yekî xemgîn dibe, kêfa wî direve derûnîya wî serobin dibe. Bi yekî şa dibe, kêfa wî tê, mêranîya xwe bi wî nîşan dide.

Di cıvata Kurdan de heke mijar  Kurdistan be, bindestîya Kurdan be, azadî û rizgarîya Kurdan be; devê wan nagere ku li ser mijarê  biaxivin. Yan serê xwe dihejînin, yan jî bi ser xirê xwe de diponijin û naxwazin serê xwe bi vê pirsgirêka neteweyî re biêşînin. Xwedî dewletbûn û serxwebûn ji wan re ne problem e.

Lê wexta di civakê de li ser mijara kesane bi kê re diaxivî, yan suhbet dikî, dest bi derd û kulê xwe dike. Derdên kesane wek çîyayê Sîpan’ê mezin dike. Dibê “ Keko qe tevnede, derdê min pir mezin e .“ Tengasî û pirsgirêkên rojane fîşal dikin.

Gava li ser tişteke biçûk gengeşî yan jî pevçûn çêdibe, bêminet dest diavêje xirê xwe û derdikeve holê. Xirê xwe wisa mezin dihesibîne, bêsînor pozberê dijberê xwe dike. Nexasima ku dijber gundîyê wî, cînarê wî, bajarîyê wî be! Dê, keç, jin, pîrik, bav, kal kes jê nafilite.

Taybetmendîyên Kurdan gelekin lê du tiştên wan ên balkêş pir û pir mezin in: yek derdê wî ê kesane, didu xirê wî ye werhasil. Lewma bûye dîl û girtîyê van herdu tiştan bêguman.

Tiştên biçûk mezin kiriye, netewa Kurd û welatê xwe Kurdistan biçûk dîtîye; ji ber wê ye ku îro hîn bi şerê eşîrî xirê xwe nîşanî birayê xwe dide!

Werhasilî kelam „derdê me giran“ e, em qe tev nedin…

About The Author