Ma we ji kesekî pirsî heval?

Belê, berpirsê Peywendîyên PKK rêheval Demhat Egîd lotikek avêt û serê hefsêr berda.

Demhatê me ji Basnews ê re gotiye: „Ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê, pêwistî bi komdengîya niştimanî heye.  Ji ber her biryara ku li parçeyekî Kurdistanê bê dayîn, bandora wê li ser hemû parçeyên din ên Kurdistanê dibe“ filan û fîstan.

demhat egitBerpirsê peywendîyên PKK Demhat Egît rexne li serkirdayetîya Başûrê Kurdistanê girtiye û gotiye: “Çima we ev pirs ji dewletan kir û ji me û hemû Kurdan nekir, pêwîste gel biryarê li ser babeta encamdana referandûmê bide û hemû reng nerîna xwe bînin zimên, ne ku bi partîtî bê kirin û pirs ji welatên derdorê bê kirin“ filan û dîsa fîstan.

Erêêêê erê!

Ê başe hevalê Demhat,  gava we li bakur doza xweserîya demokratîk kir, gava we netew-dewlet li Kurdan heram kir, gava we li rojava kanton û karton ava kirin, we ji kê pirsî? Hûn bi kîjan partî û dezgehên parçeyên Kurdistanê şêwirîn? Ma we ew biryar ne bi serê xwe da?

Êêêêêêêê, naxwe ev çi çîrok û çîvanok in heval!

Yanî divê serokatîya Herêma Kurdistanê berî herkesî ji we bipirse, ji we destûrê bixwaze û piştre doza serxwebûnê bike ne wilo?

Tew mala minê!

Tew li vî aqilî û li vê lotikê!

Û tew li van çîrok û çîvanokên axirzemana!

Erê lo, ji PKK re xweserîya demokratîk, heramkirina netew-dewletê, avakirina kanton û kartonan adet e, lê ji Kurdên başûr re serxwebûn qehbet e.

Wele yabo xweş mesele ye…

Kurdistan

 

About The Author