Me tiştek ji vê çîrokê fêm nekir

Belê, birastî meriv carna dibe wek wan mirîşkên gêj. Siyasetmedarên me lotikên ewqasî ecêb davêjin ku aqilê meriv disekine.

Ê de binerin…

Li bakur PKK li dijî „netew-dewlet„bûna Kurdan derdikeve, lê li alîyê din Selahattîn Demîrtaş ji netew-dewleta Tirko re dibe namzetê serokkomarîyê. Li rojava PYD li dijî „netew-dewletbûn“ a Kurdan derdikeve, lê li alîyê din yekparî û sînorê netew-dewleta Sûrîyê diparêze.

Û Kurdekanên başûr?

fuad mehsumKurdekanên başûr jî Kurd rakirin ser tapana û „serxwebûna Kurdistanê“ di guhê me de kirin guharek zêrîn.

Lê li alîyê din çi dikin?

Yekî Kurd (Dr. Fûad Mahsûm) dikin serokkomarê Iraqê.

Yaw ev çi sosret û henekpêkirin e babam?

Madem hûn doza serxwebûnê dikin û pêvajoya referandûma serxwebûnê didin destpêkirin, ev çi serokkomarî û quzê kerê ye?

Li alîyekî doza serxwebûnê û cudabûnê bikin, û li alîyê din jî Iraqê xurt bikin û Kurdekî bikin serokkomar!?

Ma ev ne henekpêkirin be naxwe çiye lo?

Bihêlin bela Iraq û Erebên qûnreş bê serokkomar bimînin, bihêlin bela Iraq parça parçe bibe û Erebên qûnreş di dêya hev nin kaka, ma yekîtîya Iraqê bi serê we ketiye!

Werhasilî kelam, Mam Celal belasebeb venegerîya Iraqê gelî xwendevanan.

Ciwamêr bi lez û bez hat û Dr. Fûad Mahsûm kir serokkomarê Iraqê.

Û ev çiye?

Ew ev e ku Mamo berî mirinekê dîsa tilîyek avêt bin dûvê Kurdan û dilê sofîk û melayên Îranê xweş kir wesselam…

Hewlêr

About The Author