Kasimpaşalî îcar jî bû serokkomar

Belê, serokwezîrê Tirkîyê cîgerim Kasimpaşalî Receb vê carê jî bû serokkomarê demokratîk Tirko cimhûrîyetî û da bin dûvê rikberên xwe.

erdo fing Kopie

Ji bo serokkomarîya Tirkîyê 3 qeraseyê zilaman bûbûn namzed. Erdogan, Ekmeleddî Îhsanoglû û Seloyê me (Selahattîn Demîrtaş). Di encama dengdanê de Kasimpaşalî Receb li çirra herdu qeraseyên din xist, tepa xwe li nav serê wan xist û ji %51.80 ê dengan  bi dest xist. Ekmeleddîn Îhsanoglû ji %38.44 û Seloyê me jî ji %9.76 bi dest xist.

Werhasilî kelam, Kasimpaşalî Receb bûye wek hespê rewan. Ne kesek digihê wî û ne jî kesek xwe li ber lotik û zîtirkên wî digire. Girgirek û sermezinên partîya CHP û MHP nikarîbûn û newêrîbûn ji nav xwe namzedên xwe derxin pêş. Û bi qewîtî û daxwaza Fethûllah Gulen begefendîlerî jî rabûn rebenekî wek Ekmeleddîn Îhsanoglû ji xwe re kirin namzedê hevbeş. Çima ku Îhsanoglû jî mihafazakar û dîndar bû, digotin qey wê zora Kasimpaşalî Receb bibin û nehêlin ew bibe serokkomar. Lê her du partî jî, yanî CHP û MHP bi xirrê Kasimpaşalî Receb girtin û xwe li ber lotikên wê negirtin.

Axir, pênc salên din jî Erdogan melkemotê serê CHP û MHP ye.

Û piştî pênc salên din jî xwedê zane bê wê Erdogan li ku û di kîjan meqamî de bibe melkemot.

Ê de li ser xêrê be û xwedê Kasimpaşalî Receb ji ser serê CHP û MHP kêm neke rebbî!

Enqere

About The Author