Xeman mexwe Selo,qewlê xwedê şeş car in!

mihe KopieBelê, hilbijartina serokkomarîya Tirkîyê çêbû, bi dawî hat, dawet ferikî û berbûk hetikî.

Helbet me jî zanîbû, HDP jî zanîbû, Selahattîn Demîrtaş jî zanîbû û zarokên di pêçekê de jî zanîbûn ku wê Seloyê me neyê hilbijartin û nebe serokkomarê „netew-dewlet“ a Tirk. Yan jî wê nebe serokkomarê „ortak vatan“ ê hevallerên me. Lê gotin „de va em jî di piyasê de hene, bela xelk me jî di nav koma garanê de bibîne babam“ û dilê xwe xweş dikirin.

Seloyê me di pêvajoya hilbijartinê de lotikên maqûl avêtin. Erê her çiqasî xwest dilê Tirkoleran û hevalên xwe yên „ortak vatan yoldaşlerî“ xweş bike û Kurdan bi dewleta Tirk ve bizeliqîne jî, lê xwest nîşan bide ku Kurdek jî kare bi nasnameya xwe bibe namzetê serokkomarîya Tirkîyê.

selo KopieSeloyê me bi helwesta xwe, bi siyasetek germik û nermik, bi kesayetîyek rûniştî derket hol û meydanan. Û tew ji xwe car caran jî derket televizyonan û li tembûrê jî xist, stran jî gotin. Û nîşan da ku ew ji Erdogan û Îhsanoglû xweştir kare li tembûrê xe û stranan bêje. Helbet ev jî marîfet û hunerek bi serê xwe ye. Ma go yekî tembûrvan û dengxweş bibûya serokkomar ne maqûltir bû? Belê welle. Hem Kurd û hem tembûrvan, peehhhh!

Axir, henek li alîyekî, lê Seloyê me bi kesayetîya xwe, bi siyaseta xwe ya germik û nermik ji %9.76 deng stendin. Helbet ev ne ra û dengên HDP ne, na. Dengên kesayetîya Selahattîn Demîrtaş e. Seloyê me li seranserê Tirkîyê û Kurdistanê sempatîyek ji xwe re çêkir û xuya bû ku ew siyasetmedarekî baş e, siyasetmedarekî pêşerojê ye. Ji bo Seloyê me ji %9.76 ne xirab e, rêjeyek baş e. Lê gelo wê HDP di hilbijartinên giştî de xwe bigihîne wê rêjeyê ne xuyaye.

Belê, di pêvajoya hilbijartinê de rêxistina LGBT (Lezbîyen, Gay (qûnek) Bîseksuel û Trans) biryar da ku dengên xwe bidin Selahattîn Demîrtaş.

Helbet kêfa me pir hat, me go „aha îcar wê Seloyê me qezenc bike ellahwekîl. Heke LGBT li pişta Seloyê me be êdî mesele temam e, Seloyê me sedî sed serokkomar e“ filan û bêvan.

Lê heyf û mixabin fêdeya LGBT jî li Seloyê me nebû û xwe negîhand ji %10.

Ez serê xwe û we neêşînim, dibêjin xwedê kerîm û rehîm e. Vê carê nebû carek din. Carek din nebû du carên din. Qewlê xwedê şeş car in. Helbet carekê wê lottoya Seloyê me jî ji bo serokkomarîyê lêkeve canim…

Amed

About The Author