Serokê Kurdistana Sor: PKK Kurdistana Sor bi 4 milyon dolaran firot

Bê şirove, bê lotik û zîtirk. Li ser bextê Rûdawê  be…

———————————————

 Wekîl Mistefayêv

 Demên dawî yên jiyana xwe her bi xeyal û fikirîna li ser careke din damezrandina Kurdistana Sor derbas dike. Ew Kurdistana ku di 25ê Gulana 1923yê de hate damezrandin û di 8ê Tebaxa 1930î de dawî lê hat, ku navenda wê bajarê Laçîn bû. Lê ji ber fişarên yekem serokkomarê Tirkiyê Mistefa Kemal Ataturk û peymana wî ya nihênî ligel Stalîn û Bagîrof, dawî li jiyana Kurdistana Sor hat.

Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistana Qefkasyayê, Wekîl Mistefayêv, di sala 1992yê de li ser daxwaza Rûsya û Ermenistanê dîsa Kurdistana Sor damezrand, lê temenê wê pirr kurt bû, ji ber ku wek ew bi xwe dibêje: “Kurdan piştevaniya wê nekirin.” Lê ew niha jî xewna Kurdistana Sor dibîne û dibêje: “Hezar û pênc sed sal jî derbas bibin, Kurdistana Sor wê damezrê.”

 Rûdaw: Tevgera Azadiya Kurdistana Qefkasyayê kengî hate damezrandin û armanca wê çi bû?

wekilWekîl Mistefayev: Tevgera Azadiya Kurdistana Qefkasyayê, ku armanca wê damezrandina Kurdistana Qefkasyayê bû, yekemîn kongreya xwe di 09.06.1992yê de lidarxist. Di wê kongreyê de ez wek serok hatim hilbijartin û profesorê dîrokê Şeref Eşîrî wek cîgirê yekem û nivîskar û lêkolînvan Elî Xanê Memo, ku li Parlementoya Ermenistanê jî kar dikir, wek cîgirên duyem hatin hilbijartin.

Çima Kurdan dijatiya Rûsyaya qeyserî dikir?

 Erê Kurd bûne dijminê Rûsyaya qeyserî. Ev jî piştî ku qeyser Nîkolayê yekemîn di sala 1828ê de ferman da ku Kurdên Misilman ên wê derê bên qirkirin û Ermen û Yewnanî û Aşûrî û miletên din ên dostên me li dewsa me bên danîn. Ji ber ku Kurdistana Qefkasyayê cihekî stratejî bû ji Rûsyayê re, karîbûn ji wir êrişî Îran û Osmaniyan jî bikin. Lewra jî pirraniya eşîra me qir kirin. Ji ber ku Kurdan di wê demê de li dijî desthilata qeyserê rûsî piştevaniya Osmaniyan dikirin. Ew dijminî heta îro jî dom dike. Ew heta niha jî ji Kurdan bawer nakin. Ermenî, Yewnanî û Aşûriyên ku anîbûn Qefkasyayê nikarîbûn li wir jiyana xwe dewam bikin. Ji ber ku ew der navçeyeke çiyayî ye, lewra Rûs neçar bûn ku Tirkên Îranê ku niha ji wan re dibêjin “Azerî” li wê deverê niştecih bikin. Turkmen ji Îranê anîn û Azerbeycan ji wan re dirust kirin. Ji Ermeniyan re jî Ermenistan dirust kirin. Lê Kurdên Qefqasyayê jî ji bo Kazaxistan û Qirxizistanê hatin sirgunkirin. Heta niha jî miletê me di nav wan de maye. Min hejmareke zêde ya arşîfa nihênî ya Azerbeycan û Ermenistanê bidest xistibû û min ew di pirtûkên xwe de çap jî kir.

Baş e, çawa bû ku di salên 1990î de hizr û siyaseta Rûsan guherî û piştevaniya xwe ji bo ragihandina Kurdistana Sor li Azerbeycanê ragihand?

 Berjewendiya wan wiha dixwest. Qefqasya di destê Rûsyayê de bû, nizanîbû çawa vegerîne jêr hefsarê xwe. Di sala 1991ê de gava Azerbeycanê serxwebûna xwe ragihand û ji Sovyêtê cuda bû, Parlementoya Azerbeycanê fermanek derxist ku em Tirk in, zimanê me tirkî ye, axa me axa Tirkiyê ye; herwiha gotineke wan heye, yek milet û du dewlet, ango ew herdu Tirk in, lê xwediyê du dewletan in. Rûs û Ermenî jî bi vê yekê dilgiran bûn, ji min re gotin Kurdistana Sor dirust bike, emê bi her hawî piştevaniya we bikin, di warê çek û hemû pêdiviyên din de. Ev piştevanî ne ji ber xatirê çavê me yê reş bû, lê ji ber ku çi gaz û nefta Azerbeycanê heye ji Tirkiyê re dihate rêkirin, eger bihata û Kurdistana Qefkasyayê hebûya, ew gaz û neft wê biçûya ji Rûsyayê re, ew neçar bûn careke din dostaniya Kurdan bikin ji bo berjewendiyên xwe. Di warê ewlekarî û asayişê de Rûsya piştrastir dibû ku ligel Kurdistana Qefkasyayê hevsînor be, ne ku ligel Azerbeycan û Tirkiyê. Ermenî jî rêyek ji wan re pêwist bû, da ku ji wê zindanê derkevin û rêya wan bi Rûsyayê re bê vekirin, pêwistiya wan bi Kurdistana Qefkasyayê hebû. Kurdistan dirust nebe, Ermenistan difetise. Beriya çend rojan nûçegihanê Rûdawê li Ermenistanê hevpeyvînek ligel yek ji berpirsên Ermenî ku di serokatiyê de kar dike kiribû, got bila Kurd bên, ev axa wan e, got jî “Me pirr hewl da ku Kurdistan dirust bibe, lê wan bi xwe nedixwest. Niha jî ev axa wan e û bila vegerin ser axa xwe.”

Te Komara Kurdistana Sor ragihand, lê temenê wê kin bû, çima?

 Sala 1992yê, gava ku me Kurdistana Sor ragihand, şarê Laçîn bû paytexta wê û şarên Kelbejer, Gubedlî, Zengîle û Cebrayîl di nav sînorên wê de bûn. Du meh di ser re derbas bûn, li ser daxwaza Rûsan ez çûme Moskowê û ez bi rêveberê siyaseta derve ya Rûsyayê re civiyam, ji bo mebesta hevkarî û hevahengiyê di navbera me de. Piştî ku civîna min ligel berpirsê Rûs xilas bû, du bira ku Kurdên Tiflîsa Gurcistanê bûn û li Mala Kurd li Moskowê kar dikirin, sê kesên din erkdar kiribûn ji bo ku bên ba min. Gazî min kirin ji bo odekê, ji min re gotin Azerbeycan sê milyon û nîv Dolaran dide te û li Moskowê xaniyekî dide te, pileyeke baş jî dide kurê te, lê tenê tu dev ji Kurdistana Qefkasyayê berde û bêje ew axa Azerbeycanê ye, ne axa Kurdistanê ye. Min pirr bi tundî bersiva wan da û ji wan re got Kurdistan rûmeta me ye, em ti carî rûmeta xwe bi pereyan nafiroşin. Lê mixabin berpirsê PKKê li Rûsyayê û welatên Sovyêta berê û rojhilatê Ewropayê Mahir Welat bi hevalekî din re bi dizî çûne Bakuyê û ji hikûmeta Azerbeycanê re gotibûn ku emê Wekîl Mistefayev biqewitînin eger hûn çar milyon Dolaran û çekan bidin me. Hikûmeta Azerbeycanê çar milyon Dolar û hejmareke zêde ya çekan dabû wan. Ev çek jî bi otomobîla şehîd “Menaf” veguhestin navçeya Wanê. Gava ku Tirk bi vê yekê hesiyan, Menaf şehîd kirin. Menaf xizmekî min ê nêzîk bû. Helbet ev dîrokeke pirr tehl e, lê wan Kurdistana Qefkasyayê kirin qurbanî. Piştî ku çek û pere wergirtin, ji min re gotin ku pêwist e ez herim ba serok Apo. Gotin ew daxwaza te dike, ez qewitandim.

Te Ocalan li kû dît û we behsa çi kir?

 Min li Şama paytexta Sûriyê Ocalan dît. Bangewaziya wî ji bo wê yekê bû ku ez êdî nema behsa xebata ji bo Kurdistana Qefkasyayê bikim. Apo ji min re got: Emê Kurdistana mezin dirust bikin. Lewra min jî bi kêfxweşî pêşwazî li gotina wî kir. Lê min ji Ocalan re got, serokê min, eger tu dixwazî Komûnîzmê damezrînî, divê em bêhtirî ji sedî 70 ji miletê Kurd qir bikin, ji ber ku bêhtirî ji sedî 70 ji miletê Kurd baweriya wan bi xwedê heye, di nav Kurdan de Misilman, Elewî, Êzdî, Ehlê Heq, Şebek û Kakeyî û Îsmaîlî hene, baweriya hemûyan bi xwedê heye; ti carî miletê me bêxwedayiyê qebûl nake, yê dimîne ji sedî 30 ye, ew jî welatên derdorê dibêjin ew kafir in û hemûyan qir dikin.

 

Te behsa piştgiriya Ermenistan û Rûsyayê bo vê komarê kir?

Min ji Apo re got serokê Ermenistanê berdewam ji me re dibêje dused gerîllayan bînin Ermenistanê, da ku Kurdên Qefkasyayê baweriyê bi Ermenistanê bînin, herwiha werin ser zeviyên xwe û hêzên xwe yên çekdarî dirust bikin. Apo got: Tu here cem serokê Ermenistanê, jê re bêje ezê 200 gerîllayan bişînim wê derê. Herwiha min ji Apo re got: Tu bi xwe jî were Ermenistanê, li wê derê tu serokatiyê bike, Kurdistana Qefkasyayê cihekî azad û aram e. Min jê re got tu li nav Ereban çi dikî? Esed û Sûrî ti carê rê nadin dewleta Kurdistanê dirust bibe, lê wiha Ermenistanê amadebûna xwe diyar kir, tew niha jî beşek ji berpirsên Ermen dibêjin ev der axa Kurdan e û werin ser axa xwe. Lê PKKê gerîlla şandin Başûrê Kurdistanê û şerê birayên Başûrê Kurdistanê kirin. Rojavayê Kurdistanê hat azadkirin, bûne hevkarên Beşar Esed û Rojavayê Kurdistanê dabeş bû. Ew dewleta Kurdistanê naxwazin, wan Rojavayê Kurdistanê yê yekbûyî kirin 3 kanton.

Ocalan ti peyama spasiyê bo berpirsên Ermenistanê şand?

Ocalan nameyek nivîsand û got bigihîne destê serokê Ermenistanê. Name da dest min. Dema min xwest ez herim, li firokexaneya Şamê hêzên asayişî yên firokexaneyê pişkinîna min kirin û name dîtin. Êdî ew bi erebî axivîn û name birin. Hingê min telefon bo Apo kir, min jê re got kaxez ji min standin. Got ne kêşe ye. Ez nameyeke din dinivîsînim, di van çend rojan de bo te dişînim. Heta niha jî di nihêniya birina vê nameyê de negihiştim.

Apo nameya xwe bo te şand?

Pênc rojan li Moskowê min çaverêya nameya Apo kir, piştre Mahîr Welat hate cem min û got: Serok Apo gotiye bera Wekîl neçe cem serokê Ermenistanê. Tu bi xwe here nameyê bigihîne. Min jî got: Mahîr tu zimanê rûsî nizanî û tu ermenî jî nizanî, serokê Ermenistanê jî ne tirkî dizane ne kurdî, hûnê bi çi zimanî axaftinê ligel hev dikin? Mahîr got: Ez wergêr ligel xwe dibim. Min got: Bi rêya wergêr kesek ne amade ye nihêniya dewletê bo te bêje. Li ser vê pirsê dilmanek di navbera me de bû. Piştre Mahîr Welat kesek şand, lê Ermenan ew qebûl nekirin û heta niha jî ew name negihiştiye û piştre jî Apo hate girtin.

Beriya ku bê girtin te doz li Ocalan nekir herê Ermenistanê?

Belê. Min çend caran ji hevalên xwe re got: We bi destê xwe Apo xiste destê Tirkiyê, we bawerî bi min neanî, we bawerî bi Rûsan û Çirinovskî anî û we Apo şande cem wan. Lewma jî Ocalan kete zindanê. PKK her bi vê yekê jî ranewestiya ku Kurdistana Qefkasyayê bi 4 milyon Dolar firotin. Rêgirî li milet dikirin. Digotin neçin cem Wekîl, pêwîstiya me bi 3-4 gundan nîne, lê belê em dixwazin Kurdistana mezin dirust bikin û xort û lawên Kurdistana Qefkasyayê birin Bakurê Kurdistanê bo dirustkirina Kurdistana mezin. Xortan bawerî bi van gotinan anîn. Tew ez jî çûme nav wan û li Kenedayê bûm, min bawerî bi wê yekê anî ku eger Kurdistana mezin dirust bibe baştir e. Ez gellekî rêzê li xebat û westana gerîllayan digirim, lê ew hejar nizanin ku PKK Kurdistana mezin naxwaze, lê  belê Komûnîzmê dixwaze. Herdem ez dibêjim; baş e, eger hûn xebatê ji bo Kurdistanê dikin, çima hûn alaya Kurdistanê bilind nakin?! Di demekê de ku ala sembola me ye. Eşîra Celalî eşîra me ye, li Araratê ji sala 1927ê heta 1931ê Kurdistana Araratê ragihandin. Bavê min jî di wî şerî de beşdar bû. Ji hingê ve alaya Kurdistanê bilind bû. Alaya wê demê rok tê de bû. Lê wan alaya xwe anîn, kesek nizane ji kû derê anîn.

Bi vê helwestê bo min diyar bû ku ew tenê xelkê dixapînin, bi navê dirustkirina Kurdistana mezin li nav xelkê jî belav dikin ku Barzanî naxwaze dewleta Kurdistanê dirust bibe. Baş e, kê destê we girtiye, fermon hûn dirust bikin. Lê ew vê yekê naxwazin. Eger na Ermenistan herdem deriyê wê vekirî bû, bi awayekî kirdeyî jî piştgir û alîkarên me bûn. PKK herdem ne razî bû li bin desthilata Ereban li Sûriyê xebatê bikin, ku herdem sitem li Kurdan kirine. Min bi xwe ev yek ji Ocalan re got. Lê ew nehatin Ermenistanê. Yeke din ji şaşîtiyên wan ewe ku heta niha bêhtir ji dused hezar Kurdên Kurdistana Sor li bin çadiran dijîn, tenê ji ber wê yekê ku xwe tevlî rêza wan nakin. Berdewam pêwendiyên min ligel xortên wan hene. Ew dixwazin komele û grûpên xortan dirust bikin, lê nikarin, ji ber ku ew rêgir in.

Heta çiqasî hûn lidarxistina kongreya neteweyî wek pêwîst dibînî?

Kongreya neteweyî pêwîstiyeke vê qonaxê ye. Niha ji hemû deman bêhtir pêwîstiya Kurdan bi bi yek gotarê heye, lê mixabin hin kes berbest û keleman jê re dirust dikin û naxwazin ev kongre bi ser bikeve. Hin kes xwe wek pirraniyê dibînin, lewma bi nêrîna wan divê pişka wan bêhtir be di kongreyê de. Herwiha naxwazin navenda kongreya neteweyî li Hewlêrê be û bêne bin siyaseta Barzanî û Hikûmet Kurdistanê. Ew herdem dibêjin serokê Kurd û Kurdistanê Apo ye. Berdewam kêşeyan dirust dikin. Barzanî  mirovekî jîr e. Siyasetmedarekî xurt e. Ew agahdarê nihêniyên cihanê ye û pêşbîniyê dike û dizane çi dibe. Lewma ji bo serokatiya kongreya neteweyî alternatîvên Barzanî nîne. Pêwîst e miletê Kurd tê bigihije, Barzanî çi dibêje hûn bikin.

Niha pirsa serxwebûna Başûrê Kurdsitanê behseke germ e. Bi nêrîna we dema serxwebûnê hatiye?

Rewş gellekî guncaw e. Hinek ji serkirde û nivîskarên me li dijî vê biryara serokê Herêma Kurdistanê diaxivin û dinivîsînin, tew beşek ji wan mijûlê plangîriyê ne ji bo şikestina referendûmê. Beriya çend rojan Hatîb Dicle babetek nivîsandibû, dibêje Kerkûk ne ya Kurdan e, lê belê ya hemû miletan e. Em Kurdistanê naxwazin. Min jî nivîsand tu kî yî ku tu Kurdistanê bixwazî yan na! Çend caran jî min bo Salih Muslim nivîsand: Çima tu wiha dikî? Ji aliyekî te milet kire dijminê Misilmanan, ji aliyekî din ve te ew kire dijminê Esed. Niha jî tu dixwazî bi heman awayî milet bikî dijminê birayên Başûrê Kurdistanê. Niha li Rojavayê Kurdistanê rêxistina terorîst a DAIŞê Kurdan dikujin û dibêjin ew kafir in. PYD hokara me bû. Yek ji şaşîtiyên herî mezin ên wan ew bû ku Rojavayê Kurdistanê dabeşî ser 3 kantonan kirin. Niha Kurdistan bûye 7-8 parçe. Lojîk û rewabûna vê li kû derê ye? Piştre Salih Muslim ragihand ku em dewleta kurdî naxwazin. Baş e, çima tu piştgiriya Beşar Esed dikî? Beşar dijminê me ye. Esedê Bav jenosîda Kurdan kir, Beşar gellek caran gotiye ez nahêlim li wê derê Kurdistan dirust bibe. Baş e, çawa emê baweriyê bi Beşar Esed bînin. Beşar jî razî be, Îran nahêle.

Ez bi hemû baweriya xwe dibêjim tevgera navxweyî û ya derve jî gellekî guncaw e ji bo serxwebûnê. Ew kesên ku naxwazin û ne razî ne û behaneyên ne li cih bo vê babetê tînin, di bin bandora Îranê de ne. Îran çawa bixwaze ew wiha dikin.

Pêwîst e gelê Kurdistanê biryara xwe bide. Ev jî qurbanîdanê dixwaze, Stalîn heta Yekîtiya Sovyêtê dirust bû 30 hezar mirov zindanî kir. Bi dehên hezaran mirovê akademîk û generalên leşkerî û xelkên asayî gullebaran kir. Amerîka jî heta dirust bû li Bakur û başûr hatin qirkirin. Wan qurbanî dan heta dewleta xwe dirust kirin, îro zehmet e em karibin bi demokrasiyê dewleta Kurdistanê dirust bikin, her wê dema ku me Kurdistanê dirust kir, hingê em dikarin demokrasiyê peyrew bikin.

RÛDAW

About The Author