HPK jî bi xwe de rît

Belê, Hewldana Partîyek Kurdistanî jî ket nav karwanê „ortak vatancî“yan û bi xwe de rît.

Kêfa me dihat. Me digot „Ê de va hewldanek Kurdistanî derketiye rê, belkî hema rêxistin yan partîyek Kurdistanî, Kurdperwer û xwedî şexsîyet çêbibe û Kurdên bakur hêdî hêdî ji vê quzilqurta Tirkayetî û Tirkîyebûnê xelas bibin“. Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye. Gava oportonîzm di ruhê meriv de hebe, kî xurt be meriv xwe davêje ber lingên wî/wê û dev ji armancên xwe jî berdide. Ji bo meriv di quncika xurtan de bibe kurtêlxwir, siyaseta bi şexsîyet û armancên pîroz nayê bîra meriv, meriv bê eraq serxweş dibe û dest bi lotik û zîtirkên bergîlkî dike.

Stinkefinger - middle fingerAxir, di 25.08.2014an de platformek bi navê „Platforma Yekîtîya Netewî“ hat avakirin. Di nav platfotmê de dezgeh û rêxistinên wek DTK, DDKD, KADEP, ÖSP, DBP, ÖDP, Însîyatîfa Azadi Hewldana Partîyek Kurdistanî, PDK (Platforma Demokratên Kurd) Dezgeha Dîyaloga Kurd û wekî din cîh digirin.

DTK ( Kongreya Civaka Demokratîk) kî ne? HDP cî û PKK cî ne. HDP çi ye û kê ava kiriye? Ocalan û Hakan Fîdan (MÎT). Û kî xurt e? DTK, HDP û PKK. Û çi diparêzin? Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî, velatê hevbeş, yek dewlet, yek welat, yek al û yek millet. Û li dijî çi ne? Li dijî netew-dewleta Kurdî, li dijî Kurdistanek serbixwe ne, li dijî KDP-Barzanî û pêşmerge ne. Û van dezgeh, rêxistin û partîyên din çi kirin? Di heman hewdikî de av vexwarin û bûn şirîkê Tirkîyeyîbûnê û antî netew-dewleta Kurdî.

Ê başe qardaşim, madem nêta we û platform yan quzilqurtek din hebû, çima hûn dezgeh û rêxistinên ku qaşo xwe Kurdistanî dibînin nehatin cem hev û we platformek çênekir? Yan illeh divê hûn ji hewdikê MÎT ê avê vexwin heta hûn dilxweş bibin?  Madem we nikarîbû siyasetek serbixwe û bi şexsîyet bimeşanda û bikira, çima we em û zarokên xelkê bi çîrokên Kurdistanî xapandin oxlim?

Werhasilî kelam,  platforma we li ser xêrê be yabo qurban û xwedê Hakan Fîdan ji ser serê we kêm neke rebbî!

Di vê derbarê de yek ji damezrêner û lotikvanê  Hewldana Partîyek Kurdistanî Nûrî Çelîk daxuyanîyek kurt belav kir û mîrkutek li nav serê hewldana xwe xist. Nûrî Çelîk ê ku bi wî halê xwe fedakarîyek mezin dikir ji bo ku HPK bîne astek baş û xurttir bike, ji HPK veqetiya, ew li xwe herimand û nexwest bibe „ortak vatancî“ û antî „netew-dewletçî“.

Ê de daxuyanîya kurtik û kinik a Nûrîyê me bixwînin bê çi dikeve serê we…

——————————-

Ji awira gelemperî ya netewparêz re

Di 25.08.2014an de HPK (Hewldana Partîyek Kurdistanî) ku ez jî yek ji damezrênerê wê me, bi navê ”Platforma Yekîtîya Netewî” platformek bi hinek rêxistin û partîyên ku netew-dewletê li Kurdan heram dikin û Tirkayetîyê li ser Kurdan ferz dikin re çêkir.

Ev dezgeh û partîyên ku li bakurê Kurdistanê heta bi mixalifên xwe yên 3 salî dikujin û li dijî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê derdikevin, dezgeh û partîyên ku li rojavayê Kurdistanê endamên mixalifên xwe digirin, wan êşkence dikin, dersînor dikin û bûne sedema ku 300.000 Kurd li welatê xwe bibin koçber û mihacir, HPK îro di platformekê de bûye hevkar û şirîkê wan dezgeh û partîyên dij Kurdistanî. Ez vê platforma ku HPK bi PKK û şaxên wê re çêkiriye (ku rasterast li dijî netew-dewleta Kurdî û serxwebûna Kurdistanê derdikevin û dixwazin hewldanên Kurdistanek serbixwe berteref bikin) wek bêtalihî dibînim. Ez wek damezrênerekî HPK naxwazim bibim şirîk û hevparê vê siyaseta dij Kurdistanî. Di çarçoveya nirxên netewî û Kurdistanî de ez temamê têkilîyên xwe yên hiqûqî yên bi HPK re qut dikim.

Nûrî Çelîk

 

About The Author