Xaltîka me Merkel destê xwe li pişta pêşmerge xist

Belê, Serokwezîra Almanyayê xaltîka me Angela Merkel biryara xwe da û silavek germ ji artêşa Kurd re, ji pêşmerge re şand.

Her çiqas hinek partîyên bakur û rojavayê Kurdistanê nedixwestin ku Almanya çek û sîlehan bide pêşmerge jî, lê xaltîka me Merkel bi ya wan nekir, pehînek li der qûna wan xist û xwe da kêleka pêşmergeyên Kurdistanê.

merkele KopieSerokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di kanalek televizyonê de mizgînîya şandina çek û sîlehên giran da Kurdan û got: „Hem insanî hem jî leşkerî emê alîkarîya Kurdistanê û hêza pêşmerge bikin. DAÎŞ bûye bela serê dinyayê û yên ku karibin şerê dolheramên DAÎş ê bikin jî artêşa Kurd e (pêşmerge ye). DAÎŞ li herêmê wahşet û barbarîyê pêk tîne. Li hember barbarîya DAÎŞ ê emê alîkarîya artêşa Kurd bikin“ filan û bêvan.

Helbet ev dîtin û biryara Angela Merkel wê di parlamentoya Almanyayê de bê nîqaşkirin û encama dawîn bistîne.

Ê de ya bi xêr…

Rebbê alemê li bihuşta rengîn 72 Nûrîyan bike qismetê xaltîka me Angela Merkel rebbî!

Amîn!

Berlîn

About The Author