Ji Raya Giştî ya Kurdistanê Re

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Ji bo Maf Dad û Azadî Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê/ Înîsiyatîfa Azadî ya ku di 10 Hezîran 2012an de li Diyarbekirê hate damezirandin, piştî xebateke du salan; di encama 1emîn Kongreya Asayî ya Giştî de ku di 6-7 Îlon 2014an de hat lidarxistin, biryara Hereketbûyînê hat girtin.

azadio

Hiqûqa ÎNÎSIYATÎFÊ ya ku li ser fedekarî û înîsiyatîfa kesane ya şexsan û li ser dildariyê hatiye meşandin, xebat û rêxistiniyên li ser geşedanên civakî, siyasî û aktûel yên di Kurdistanê û alema Îslamê de li beramberî hewcedariyan kêm dîtiye û li ser vê bingehê bi raya hevpar ya delegeyên Kongreyê biryar hatiye girtin ku wek HEREKETA AZADÎ doza xwe bidomînin.

Bi vê mebestê bernameya HEREKETA AZADÎ li gorî hewcedariyan hatiye nûkirin û tevî rêziknameya amadekirî, ji hêla delegeyên Kongreyê ve hatiye pejirandin. Di du rojên kongreyê de nêrîn û fikrên muhîm yên ku bi hêviya rêyekê bidin Hereketê hatine vegotin.

Li ser vê yekê, hatiye pêşniyarkirin ku Hereketa AZADÎ li ser fikra netew û dewletê ya Ehmedê Xanî, li ser nêrîna umetê ya Seîdê Kurdî, li ser helwesta Kurdistanî û Îslamî ya Şehîd Şêx Seîd Efendî û di kesayetiya Seyîd Riza de mexdûriyet, înkar û komkujiya li ser gelê Kurdistanê bê dîtin û li ser vê esasê xalên li jor di bernameyê de jî hatine neqişkirin.

Lewra bi israr hatiye îfadekirin ku têkoşîna ji bo Maf, Dad, Azadîyê ya ku gelê Kurdistanê çi bi rêxistinî çi jî bê rêxistinî daye, bingeh bê qebûlkirin, dîsa bi ruhekî netewî bi hemû hereket, partî û rêxistinên Kurdistanî re hevgirtin û yekîtî bên xurtkirin, axa Kurdistanê bi HIŞMENDIYA NETEWÎ were parastin, di navbera hemû dîn, nijad, mezheb û aîdiyetên din yên Kurdistanê de esasa serdestiya hiqûqê were tayînkirin û bi nêrîneke însanî û îslamî di payeya hevpar ya wekhevî, aşitî, biratî û hevgirtinê de werin li cem hev.

Biryar hatiye girtin ku di ber rêxistiniya Hereketa AZADÎ ya li bakurê Kurdistanê, li perçeyên din yên Kurdistanê, Tirkiyê, Ewropa û li alema îslamê û li derên din yên cîhanê bê temsîlkirin.

Piştî temamkirina xebatên pêwîst, di demeke herî kin de dê bernameya Hereketa AZADÎ bi raya giştî re dê bê parvekirin.

Bi hêviya ku Hereketa AZADÎ ji gelê Kurdistanê re bi xêr be û di xebatên xwe de ji azadiya Kurd û Kurdistanê re bibe wesîle û hêzê bide têkoşîna azadiyê.

9 Îlon 2014 – Diyarbekir

Bi rêz û hurmet.

Desteya Rêveber a Giştî

Ji bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

About The Author