Ma Tirk wek me ker in!

Kurd dikin û nakin nikarin xwe li ber dilê Tirkên dolheram şîrîn bikin. Bi merivatî xwe nêzîkî wan dikin, nabe. Bi siyasî xwe nêzîkî wan dikin, nabe. Bi bazirganî xwe nêzîkî wan dikin, nabe. Bi qûnektî û qûnalastinê xwe nêzîkî wan dikin, dîsa nabe. Kurd çi bikin bela bikin, di çavê Tirkan de her „Kurdên pîs“ in, „terorîst“ in, „cudaxwaz“ in û dijminên dewleta Tirkîyê ne.

Û em Kurdên xwelîliser?

helinEm jî di her warî de ji Tirkoleran hez dikin. Em her berjewendîyên xwe dikin bi qurbana kîr û quzê Tirkan û qûna wan dalêsin.

Ji bo çi?

Ji bo qaşo bratîyê, wekhevîyê, enternasyonalîzmê û quzê kerê!

Em ne tenê di siyasetê de, di bazirganîyê de jî xulamtîya Tirkan dikin, pareyên xwe didin wan û ew pare dibin berik û fîşek û li me vedigerin. Lê Tirk wê kerîtî û ehmeqîya me nakin. Ji dikanên Kurdan, malê Kurdan nakirin û pareyên xwe nadin Kurdên xwelîliser.

Li gor tê gotin, dibêjin li metropolên Tirkoleran Tirk mal û berhemên Kurdan nakirin. Şîrket û markeyên bakurê Kurdistanê li bajar û metropolên Tirkîyê tu gûyekî qezenc nakin û ziyanê dikin. Çima? Ji ber ku navê Kurdî li ser mal û berhemên wan e û Tirk jî berhemên Kurdan nakirin. Ji ber vê jî, şîrketên Kurd mecbûr dimînin berê xwe bidin bazarên Rojhilata Navîn û îcar qûna Erebên qûnreş bêhn bikin.

Werhasilî kelam, Tirkoler ji me netewperwertir in, netewperesttir in, biaqiltir in û şarezatir in. Mêrikan pareyên xwe nadin Kurdan, nadin dijminên xwe û Kurdan dewlemend nakin.

Lê em?

Em naçin dikana yekî Kurd (ji bo dewlemend nebe û halê wî ji yê me xweştir nebe) lê emê biçin dikana Tirkekî dolheram û emê malê xwe ji wî bikirin. Emê pareyên xwe bidin yê Tirk, wî dewlemend bikin û xwe ji wî re bikin ker û kurtan.

Axir, heta em Kurd ev tiredîn bin, ev kurtan bin, ev xwelîliser bin, wê Tirk hê gellek tirrên bergîlkî ji me berdin wesselam…

Stanbol

 

About The Author