Deqên me bûn Tatto

Li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn çi adet û pênîşan hebin, piştî çend salan li welatên rojava, li Awrûpayê hew we dît bûne û dibin mode. Yek ji wan nîşan û adetan jî deq û nîşanên berdewbûnê ne.

tato8Dîroka deq û nîşanên bedewbûnê baş nayê zanîn. Hinek dibên „adetên Kurdan e“. Hinek dibên „na wele adetên Erebên qûnreş e û Kurdan ji wan dizî ne“ û mesele dûdirêj dibe. Lê Kurdan jî deq û nîşanên xweşikbûn û bedewbûnê pir bi kar anîne. Bi taybet jinên Kurd xwe bi wan deq û nîşanan xemilandine û xwestine bedewî û spehîbûna xwe zêdetir bikin.

Li welatên rojava, li Awrûpayê îro deq û nîşan bûne mode û sînor jê re nehiştine. Zilam heta bi kîr û qûna xwe û jin jî heta bi quz û qûna xwe û memikên xwe deqdeqî dikin û jê re dibêjin Tatto. HInek pispor deqkirina bedenê xeter dibînin, hinek jî xeterîyê tê de nabînin. Lê di her halûkarê de deqandin îro bûye modeyek.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin keç û xortên Kurdekanên Silêmanîyê jî dest bi modeya deqandin û Tattoyê kirine.

Êêêêêêêê, ma Kurdekan ne ji Eyşika Ereb in, ma Kurd ji modeyê bi paşde dimînin kaka! Na. Awrûpî çi quzilqurtê bixwin, divê Kurdekanên me jî bixwin.

Pisporê deq û Tattoyê Şengal Serdar ji çapemenîyê re gotiye: „Kaka, keçên Kurd (bi taybet yên Silêmanîyê) ji xortan zêdetir xwe deqdeqî dikin. Ji bo dê û bavê wan pê nehisin jî, cil û bergên girtî li xwe dikin. Û hetta hinek ji wan memik û nav şeqên xwe jî deqdekî dikin“ filan û fîstan.

Ê helbet canim, ma ku meriv nav şeqê xwe, kîr, quz, memik û qûna xwe deqdeqî neke hêjaye çi? Ji xwe deqên xweş û seksî li wan cîhên pîroz çêdibin. Yan na, ma tam û lezîzbûna deqan dimîne!.

Axir, aha ji we re çend nimûneyên deq û Tattoyên seksî.

Li wan binerin û biryara xwe bidin.

Heke li xweşîya we çû û kêfa we ji wan re hat, hûn jî karin dest bi lotikên deq û Tattoyan bikin.

We xwe deq kir jî ji vî ve û we nekir jî dîsa ji vî ve û hûn sax…

Silêmanî

tato5

tato4

tato3

tato7

tato10

tato11

tato13

Tattoo 0

 

About The Author