Quna erzan li ser kursîyê biha

Belê, dolheramên DAÎŞ ê tir ji Kurdekan berda û ziravê wan qetand. Kurdên me yên başûrekanim ketibûn bihuşta rengîn, ketibûn nav xewn û xeyalên dewlemendî, dolar û kêf û seyranê û bawer dikirin ku wê ev tir ji wan re bimîne û ewê heta roja qiyametê kêfa xirrê xwe bikin. Rebenan bê hesab, bê plan û projeyên pêşerojê, di cîhekî teng de hatin girtin. Hesab nedikirin ku wê rojekê dijminên wan destên xwe têxin qirika wan û bixwazin wan bifetisînin. Ji wan we ye ku bê çek û sîlehên giran, bi wan keleşkofên rizyayî û zingargirtî wê karibin xwe biparêzin û wê kesek bela xwe li wan nede. Lê Kurdekanên me heta ji xewa giran veciniqîn, dewletên dagîrker û xulamokên wan DAÎŞ bera pêsîra wan dan û hew nemabû ku Hewlêra paytext jî li ber lehîya DAÎŞ ê biçe. Armanc û mesele hemû ev bû ku tofanek mezin li ser serê PDK û Barzanîyan rakin, wan şût û rût bikin, wan ji desthilatdarîyê dûr bixin û xeta netewî, xeta Kurdistanî beravêtî bikin, têk bibin. Lê xwedê û pêxember ji dewletên Emperyalîst, ji Amerîka, Awrûpa û hinek dewletên din razî be. Heke ne ji alîkarî û çekên wan bûya, ne bi xêra kîrê wan bûya, niha meyê fatîhayek qerase li ser Hewlêrê û Kurdistana azad bixwenda.

Ehmed pireLê qey dilê xwedê bi Kurdan şewitî bavo…..

Ew Tirkên ku dolheramên wek DAÎŞ, El Nusra û qûnekên din afirandin û dixwestin bi rêya wan û xulamokên xwe rojavayê Kurdistanê û hinek ji xaka başûrê Kurdistanê têxin nav „Mîsakî Mîllî“ û Kurdistana azad têk bibin, ketin ber lotik û zîtirkên Amerîkayê û qûna wan belbelotî hewayê bû, dek û dolabên wan eşkere bûn. Xewna Kasimpaşalî Receb ew bû ku heta sala 2023an bi rê û alîkarîya hevkar û şirîkên xwe sînorên Mîsakî Mîllî pêk bîne ( ku heta bi cîhekî yekîtîya sê parçeyên Kurdistanê pêk dihat û ji Kurdan re ne xerab bû), hinek ji xaka rojava û başûrê Kurdistanê (Kerkûk û Mûsil jî di nav de) tev li xaka Tirkîyê bike û bibe xelîfeyê Rojhilata Navîn. Lê Amerîka û Reşo Beşo Obama qûş lê qetandin û xewna wî lê herimandin.

Wey weleeeeeedddd Recebo!

Axir, em dev ji Amerîka û zîtirkvanên din berdin û bên ser mijara xwe, bên ser mijara qûnên erzan û kursîyên buha.

Pêşmergeyên Kurdistanê bi ruh û canê xwe li dijî qûnekên DAÎŞ ê şer dike. Li ser teht û keviran, li ser erda hişk û hola radizê. Lê hinek ji sermezin û qûnmezinên YNK bêyî kursîyên biha nikarin rûnên û qûna wan hînî kursîyên germ û nerm bûye.

Aha ji we re xalê me Ehmedê Pîrê!

Serkirdeyê YNK ê Ehmedê Pîrê, bi kursî ketîye kozika pêşmerge û li ser kursîyê germik û nermik fermanê dide pêşmerge.

Êêêêêêêê, dibêjin „qûna ku hînî tir û fisan bûbe, zehmet e dev jê berde“.

Ma kozikên şer bêyî kursîyên germ û nerm dibe?

Nabe kaka!

Ma qûna ku li ser kursîyên çerm bûbe wek pembo, kare li ser kevir û teht û latan rûnê?

Na na, kursî tenê têr nake kaka ciyan…

Mase û kompûterekê jî deyne ber kursîyê xwe. Sekreterek jin jî bîne ber destê xwe û taxim temam bike. Ma di kozika şer de bi kursîyekê şerê DAÎŞê tê kirin canekem?

Silêmanî

About The Author